Ziyaretvanê Parka Musa Anter ên daîmî Orhan Dogan û Berçem 2017-08-12 12:07:41 WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter dane destpêkirin di roja 5'an de didome. Nobedarên parkê yên biçûk Orhan Dogan û Berçem, ku li parkê ne, ji ber ku piştî carekê derkevin dîsa nikarin têkevin parkê bi rojanin parkê terk nakin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter daye destpêkirin di roja 5'an de bi ziyaretan didome. Nobet di bin dorpêça polîsan û barîkatên polîsan de didome. Malbata Erkol jî ji roja nobet dest pêkiriye heta niha parkê terk nake û hemû rojên xwe li parkê derbas dike. Di hembêza dayik Ozlem Erkol de jî kurê xwe yê 7 salî Orhan Dogan heye û keçaw wêya 8 salî Berçem qada parkê terk nakin. Erkol, ku tevî 3 zarokên xwe qada parkê terk nake, diyar kir ku li vî welatî herî zêde pêdiviya jinan bi edaletê heye. Erkol, anî ziman ku ew ji bo edaletê vê qadê terk nake û wiha got: "Di demên dawî te tacîz, êrîş û tundiya li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Wanê zêde bûye. Ji ber vê yekê ez vir terk nakim. Ez bang li parazvanên mafên mirovan dikim û xwest êdî her kes ji van pêkanînan re bêje bes e. Ergol bi dengê xwe yê zîz got "Bijî berxwedan" û berxwedana xwe ya nobetê berdewam kir. Nobedarê parkê Orhan Dogan û Berçem ku coş û kelecana nobedara zêde dikin jî şev û roj li parkê ne û qada nobetê terk nakin. Orhan Dogan û Bercem, ji ber ku carekê j parkê derkevin dîsa nikarin têkevin parkê naxwazin qada parkê terk bikin. Nobedarê pakê yê Biçûk Orhan Dogan bê navber dirûşmeya "Em ranewestin, bêjin raweste. Em faşîzmê rawestînin" berz dike. Bercem jî ji ber ku park bi barîkatan hatiye dorpêçkirin bêzar e û diyar kir ku ew bariyerên polîsan naxweze û xwest polîs bariyeran ji dora parkê rake.