Paylan: Hurmetê nîşanî miriyê me jî nadin 2017-08-12 12:52:40 WAN – Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan piştî Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter ziyaret kir, çû goristana Ermeniyan a ku qeyûmê li ser wê tuwalet ava kir jî ziyaret kir. Paylan, anî ziman ku hurmeta wan ne ji saxan û ne jî ji miriyên wan re heye û wiha got: "Lê dawiya dawî dê li ser vê axê wîcdan û edalet serdest bibe." Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye destpêkirin di roja 5'an de didome. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî tev li Nobetê bû û piştre Goristana Ermeniyan a Gundê Xorkomê ku qeyûmê li ser tuwalet û plan ava kirin ziyaret kir. Plaj û tuwaleta ku li ser goristanê dihat avakirin li ser nûçeyên me çêkirin û berteka welatiyan qeyûmê daxuyanî da û got paqijî tê kirin û herêm tê îlackirin. Plalaja li ser Goristana Gundê Xorkomê hatiye avakirin piştî çît li dora wê hat danîn ji nûve hat vekirin. Heyeta ku di navde wekîlên HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan û Garo Paylan çûn li gund lekolîn kirin û bi welatiyan re hevdîtin kirin. Paylan, hestiyên mirovan ên li qada plajê belav bûne nîşan dan û diyar kir ku hurmeta wan ji mirovan re jî û ji miriyên wan re jî tune ye û wiha got: "Ev nêzîkatiya wan a li hemberî ermeniyan nîşan dide." Paylan bertek nîşanî polîsên ku destûr nedan dîmen û wêne bên kişandin da û disa hestiyên li holê belavbûne di kokêdaran de veşart û wiha berdewam kir: “Li vir hoyik û girê ku bi hezaran salan malovanî ji şaristaniyêre kiriye û bi hezaran mirov li vir jiyane heye. Vir bi sedan salan malovaniya gelê ermenî kir. Lê niha hestiyên kal û pirên me li gelek cihan derketine ser axê û li holê belav bûne. Ev nîşan dide li Tirkiye hurmet ji miriyan re tune ye. Hurmet ji mirovên li ser vê axê dijî re tune ye. Ji gelên cuda û miriyên wan re hurmet tune ye." NE JI PÎRÊN ME Û NE JÎ JI MIRIYÊN ME RE HURMET HEYE Paylan, destnîqan kir ku hurmeta îktidarê ji miriyên wan re jî tune ye û wiha got: "Li ser hoyik û goristana pêşiyên me tuwalet ava kirine. Hûn dibinin li ser goristanê mescît û tuwalet hatiye avakirin. li tenişta wê jî asfalt danîne. Ev dîmen mirovan pir xemgîn dike. Bê hurmetî tenê li ermeniyan nayê kirin. Li hemû gelên li Tirkiye dijîn tê kirin. Ne ji saxên me re û ne jî ji miriyên me re hurmeta wan heye. Li wanê bi sedan dêr û gorên ermeniyan heye. Lê tişta ku ez herî zêde bê xemgîn dibim gorên me tune dikin û tuwaletê liser ava dikin. Ez vê şermezar dikim û ez dê şopdarê vê yekê bim. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibe ez dê têbikoşim." Ev gundê ressamê ermenî Arşil Gorky ye. Li ser kaniya ku ji bo bîranîna wî hatiye avakirin bi ermenî, kurdî tirkî û îngîlîzi hatiye nivîsandin Ev gundê resamê ermenî Gorky ye. Dema komkujiya li dijî ermeniyan dest pê kir Gorky û malbataxwe koçî Erivanê kirin û carek din venegeriyan. Dıxwazin her tiştê li ser navê ermeniyan tune bikin û bavêjin. Wekî ku qet li ser vê axê nejiya bin nîşan didin. Kengî ku em bi nirxên kurdan, ermeniyan û tirkan bi hevre hurmet nîşan bidin û li wan xwedî derkevin wê demê dê bibe welatê me yê hevpar." Paylan, destnîşan kir tariyê Tirkiye dorpêç kiriye dê teqez dê roj bê wîcdan û edalet dê bi ser bikevin.