Sedema binçavkirina HDP’iyan nayê zanîn 2017-08-12 13:58:18 NAVENDA NÛÇEYAN- Sedema binçavkirina bi dehan HDP’iyên li Edene, Antalya û Mêrsînê nayê zanîn. Li Edeneyê 20 ciwanên hatin binçavkirin destûr nayê dayîn parêzer bi wan re hevdîtin pêk bîn in. Rêveberê navçeya Kepezê Hogir Gurses ku li Antalyayê hat binçav kirin, nayê zanîn ka birin ku derê. Hat hîn bûn ku berî 15’ê Tebaxê li Edeneyê polîsên ku operasyon pêk anîn, 20 ciwan xistin bin çavan û li Midûryeta Ewlekariya Edeneyê tên ragirtin. Parêzerê ciwanan ku çûn Ewleriyê, destûra hevdîtinê nehat dayîn û têkildarî binçavkirinan agahî nehat dayîn. MÊRSÎN Li Mêrsînê duh serê sibê di operasyona li dijî rêveber û hevserokên HDP’ê yên navçe û bajêr de, hejmara binçav kirinan derket 10’an. Duh li naveçeyên Akdenîz, Yenîşehîr, Toroslar û Mezîtlî di serdegirtina malan de, li gel hevserokên HDP’a Mêrsînê Hatîce Şahîn û Mîrza Soylemez 10 HDP’iyên hatin biçavkirin, birin Midûryeta Ewlekariya Bajêr. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat diyar kirin ku di nava rojê de dê parêzer bi HDP’iyan re hevdîtin pêk bînin. Navê kesên ku li Mêrsînê hatin binçav kirin wihan e: Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hatîce Şahîn û Mîrza Soylemez, Hevseroka Yenîşehîrê Ferîde Merengoz, rêveberê Yenîşehîrê Nurî Balta, rêveberên Mezîtlî Rojhat Yildiz, Meryem Bays, Nîmet Burak, Lezgîn Ozden, Yakup Etîş û rêveberê Toroslarê îbrahîm Karadag. ANTALYA Duh li Antalyayê jî operasyon pêk hat û di ser gelek malan û avahiya HDP’a Antalyayê de hat girtin. Bi hevserokên HDP’a Antalyayê Îhsan Nergîz û Songul Sarkli re 24 kes xistin bin çavan. Sedama binçav kirinên HDP’iyan nehat zanîn. Di heman demê de rêveberê navçeya Kepez a Antalyayê Hogir Gurses ku siwarî motosîkleta xwe bû, li Taxa Guneş a navçeyê hat rawestandin û bi lêdanê xistin binçavan. Malbata Gurses li gel ku pirsa wî ji Midûryeta Ewlekariyê kirin jî, tu agahî têkildarî wî negirtin. Sedama binçavkirina 24 kesên ku li Midûryeta Ewkariya Antalyayê tên ragirtin, nehat zanîn. Navê kesên hatin binçavkirin winah e: Aydin Benek, Azad Benek, Murat Altundag, Tarîk Altay, parêzer Denîz Yildirim, parêzer Ramazan Gokalp, Habur Sadak, Şevîn Agaoglu, Harun Akdag, Mehmet Bîlen, Nîhat Akkaya, Rafiye Akkaya, Sevgî Arslan, Emrah Çetîn, Hogir Gurses.