HDP’ê peyama sersaxiyê ji Eren Bulbul re şand 2017-08-12 16:21:34 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, peyama sersaxiyê ji malbata zarokê 15 salî Eren Bulbul yê di pevçûna li Maçka de jiyana xwe ji dest da re şand. Li navçeya Maçka ya Trabzonê di şerê 11'ê Tebaxê de zarokê 15 salî Eren Bulbul ku tîmên taybet ew ji bo xwe kirin wekî mertal jiyana xwe ji dest da. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay peyama sersaxiyê ji malbatê re şand. Kemalbay diyar kir ku ji ber di şerê li Maçka de zarokê 15 salî Eren Bulbul jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in û wiha got: "Ji ber zarokê 15 salî xistine nava qada şer û li wir jiyana xwe ji dest daye em pir xemgîn in. Em kesên ku bûye sedema kuştina Eren Bulbul şermezar dikin. Bila rahma xwedê li Eren Bulbul be. Ji malbatê re jî em sersaxiyê dixwazin."