'Rêya rizgariyê xwedîderketina Ocalan e' 2017-08-12 18:04:36 EDENE - Di hevdîtina gel û DBP'ê de Edeneyê de, ji ber ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat binçavkirin, tev li civînê nebû. Di civînê de Endamê MYK'ê yê DBP'ê Zekî Baran, diyar kir ku riya rizgarî û azadiyê bi xwedîderketina li Ocalan ve girêdayî ye. Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê, bi tevlêbûna Rêveberên DBP'ê yên giştî li Şirin Muzikholê civîna gel pêk anî. Ji ber ku Hevseroka Giştî DBP'ê Mehmet Arslan, serê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin nekarîbû beşdarî civînê bibe. Endamê MYK'ê yê DBP'ê Zekî Baran û gelek rêveberên DBP'ê yên navendî amade bûn. Di civinê de Baran diyar kir ku riya rizgarî û azadiyê bi xwedîderketina li Ocalan ve girêdayî ye. Baran anî ziman ku girtina Mehmet Arslan ne hiqûqî û ne jî wîcdani ye û wiha got: "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em dê xwe dinava gel de xwe bi rêxistin bikin û xwe bi hêz bikin. Dewlet bi polîtîkayên xwe li ser gelê kurd têkoşîna çekdarîe ferz dike. Bi polîtikayên cilên yek rengî yên li girtîgehê polîtîkayên tundiyê li ser gel dide meşandin. Di girtîgehê de rewşa Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan nexweşiya wî girantir dibe. Li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê li ser girtiyan zext zêdetir dibin. Hevşaredara Serayê Zilan Aldatmaz rastî tundî û lêdanê hat. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Lê çareserî divê em li Ocalan xwedi derkevin. Rêya çareseriyê di xwedîderketina birêz Ocalan re derbas dibe. Ger ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û gelê Tirkiye qedera xwe ji destê AKP'ê derxe we demê dê çareserî pêş bikeve."