Ji bo jinan serdema ketina tevgerê ye 2017-08-13 09:56:21 STENBOL – Jinên Stenbolê bi avakirina Meclisa Jinan a Stenbolê re dê nexşerêya xwe diyar bikin. Meclisê diyar kir ku dê li dijî desthilatdariya AKP’ê ku dijminê jinan e, bi yekpareyî bibin bersiv û gotin ku êrîş zêde ne, wext kême, serdema ketina tevgerê ye. Li dijî êrîşên li ser şêweyê jiyana jinan ku di demên dawî de zêde bûn, jin bi şîara “Mudaxilê kinçên me nebin” ketin tevgerê. Piştî hevdîtina jinan a li Maçkayê, biryara Meclisa Jinan a Stenbolê bê avakirin hat dayîn. Di forma ku 200 jin beşdar bûn û biryarên girîng girtin de, jinan Meclisa Jinan a Stenbolê avakirin û dê nexşe rêya xwe diyar bikin. Di rojên pêş de dê meclis kar û çalakiyên xwe zêdetir bike. JI HEMÛ BEŞAN JIN BEŞDAR BÛNE Jinên xwedî nêrînên siyasî û pişeyiyên curbecur cihê xwe di meclisê de digirin û mafê nûnertî û xwe îfadekirinê esas e tê girtin. Mehê carekê civîn dê bê li darxistin û jin biryarên têkildarî jiyan wan xwe dê nîqaş bikin. Jinên ku bi şîara “Êrîş zêdene, wext kême, serdema ketina tevgerê ye” ketin rê, bi Meclisa Jinan a Stanbolê re ketin pêvajoyeke rêxistinkirinê ya pir girîng. Têkildarî avabûn û awayê meclisê me bi Ozden Oz û Fîdan Ataselîm ku beşarî Meclisa Jinan a Stenbolê bûn re axivî. ‘PÊDIVIYA JINAN BI NAVNÎŞANEK TÊKOŞÎNÊ HEYE’ Ozden Oz diyar kir ku di pêşketinên heyî de li dijî jinan gefên pir mezin hene û wiha axivî: “Pêdiviya jinan bi navnîşanek têkoşînê heye. Ji ber vê rêxistinbûnek wiha me avakirin. Bêyî ku jinek dervede bimîne me xwest em hemû jinan beşdar bikin, bi hevre biaxivîn û bi hevre tevbigerin. Ji ber vê jinan got mudaxilê kincên me ne bin û biryara avabûna Meclisa Jinan a Stenbolê dan.” Oz anî ziman ku dê hemû pêşketinên têkildarî jinan bişopîn in û li gorî wê çalakiyan li dar bixwin. ‘BERSIVEK YEKPAREYÎ GIRÎNG E’ Oz bertek nîşanî pêşnûmeya ku destûrê dide miftî marê bibire û wiha got: “Ev laîklîkê binpê dike. Desthilatdariya AKP’ê yekparebûna polîtîkayên dijminane pêşkêşî jinan dike. Em ê jî bi bersiveke yekpare, bêjin mudaxilê kincin me nebin. Em bi hemû nêrînên jinan nêzî bûyerê dibin. Ji ber vê pêşniyarên me yên çareseriyê û bêngavên me yên şênbêr dê di vê çarçoveyê de bidomin. Çawan ku bi berxwedana jinan pêşnûmeya tecawiza zarokan di meclisê de hat betalkirin, dê mijara miftiyan jî bê betalkirin.” ‘PIRSGIRÊK DI ASTA HERÎ JOR DE NE’ Oz dest nîşan kir ku li welat tecawiza zarok û qetilkirên jinan di asta herî jor de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê bi OHAL’ê 372 jin hatin qetilkirin. Li dijî pirsgirêkên evqas mezin, rêxistinbûnek wiha encex bibe bersiv.” ‘MAFÊ XWE ÎFADE KIRINÊ ESAS TÊ GIRTIN’ Fîdan Ataselîm jî diyar kir ku meclis dê li gorî hiqûqa takekesî tevbigere û li ser esasê mafê nêrîna xwe gotin û hebûna xwe derxistina holê, ev rêxistinbûn avabû. Ataselîm da zanîn ku ji hemû sazî û dezgehan jin dikarin beşarî meclisê bibin û wiha axivî: “Li dijî hemû pirsgirêkên jinan dê meclis çareseriyan dane holê. Rojeva me ya herî girîng jî di bin navê kinçan de domandina êrîşên li ser jinan e.” ‘WEXTA KETINA TEVGERÊ YE, BILA JIN BÊHNÊ BIGRIN’ Ataselîm dest nîşan kir ku êdî ne pêwîste hinek kes rabin û hin tiştan nîşanî jinan bikin, êrîş zêdene, wext kêm e. Ataselîm di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: “Divê ku hemû jinên rastî van pêkûteyan tên û van dibînin serî rakin. Êdî ne pêkane ku me şûnde gav bavêjin. Ji ber vê werin em bi hev re biaxivin û hiqûqa wekhev ava bikin. Em rêyekê hevpar a mezin avabikin. Bila jin bêhnê bigirin û tevgera jinan rê bibîn e.”