Hevseroka HDP'ê Kemalbay beşdari nobeta Wîcdan û Edaletê bû 2017-08-13 11:13:44 WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, tev li nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter bû. Nobeta Wîcdan û Edaletê ku HDP'ê li Parka Aştiye ya Musa Anter ya Wanê dest pê kiriye di roja 6'an de didome. Nobeta îro bi taştê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya ya HDP'ê hat Wanê û tev li nobetê bû. Piştî taştê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, hat parka ku nobet lê berdewam dike û tev li nobetê bû. Li bendê ye ku Kemalbay tev li civîna çapemeniyê bibe û daxuyaniyê bide.