Ji ber qedexeyan Ermeniyan nikarîn biçin dêrê 2017-08-13 14:23:10 AMED – Ji ber qedexeya derketina derve ya nava Sûrê, destûr nehat dayîn Ermenî Cejna Pîrozkirina Tirî li Dêra Surp Gîregos pîroz bikin. Ji ber vê cejin li Dêra Dayika Merya ya Suryanî hat pîrozkirin. Ermeniyên ku her sal roja Yekşemê ya herî nêzî 15’ê Tebaxê ku Cejna Pîrozkirina Tirî (Cejna filehan a Dayika Meryem) pîroz dikin, bi hinceta xirakirina Sûrê ku taxên wê hatin qedexe kirin, nekarîn biçin Dêra Surp Gîregos, li Dêra Dayika Meryam a Suryanî pîroz kirin. Xiristiyan, Ermenî û Suryaniyên li Amedê dijîn, bi boneya cejana Dayika Meryem bişînin ezmanan li Dêra Dayika Meryem kom bûn. Cejna ku jêre dibêjin cejna Asdvadzadznî, îbadeta rabûna qedexeya xarina tirî, dikeve nîvê Tebaxê. Cejna Navarast a dîroka Pagan (Serê salê) ne tenê roja xwarina tirî, mîna roja pêşkêşkirina hemû nîmetan a spasiya ji bo hêza xuda tê qebûl kirin e. ‘CEJNA HEMÛ XIRÎSTYANA NE’ Piştî ayînan Papasê Dêra Suryanî Yusuf Akbulut axivî û wiha got: “Dayika Meryem dayika me hemûyan e. Dayika mesîh e. 15’ê Tebaxê roja dayika me derbasî esman bûyî ye. Dinava hemû Xiristiyan de tê pîrozkirin. Îsal ji cemaata xwiş û birayên me yên Ermenî di nava me de hene. Em cejna hemû kesan pîroz dikin.” ‘DIBIN HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê AŞTÎ Û WEKHEVIYÊ BI PARÊZIN’ Akbulut anî ziman di her serdemekê de xebatên girîng tên kirin û wiha bilêv kir: “Divê em li ser rêya Îsa Mesîh ku xêz kirî bimeşin. Îsa Mesîh gotiye ‘Bijî ji kesên aştî avakirin re’ û tim ji bo aştiya cîhanê dua kiriye. Em ê di her şert û mercî de aştiyê biparêzin. Îsa Mesîh jî ev yek dikir. Em ê hez ji mirovahê bikin. Ger em hez ji mirovahiyê bikin, em ê bibin zarokên manewî yên bavên ezman.” BERTEK NÎŞANÎ GIRTINA KILÎSEYA ERMENIYAN DAN Paramaz Mercan jî ku ji bo pîrozbahiyê hatibû Dêrê bertek nîşanî girtîna dêrê da û wiha got: “Berî çend mehan di nava vî bajarî de me tura bîsîkletan li dar xistin, lê îro nîvê bajêr hatiye dorpêçkirin. Ji bo em cejna xwe pîroz bikin, me xwest em biçin dêrê, lê walitiyê destûr neda. Em dizanin vê yekê bi zanebûn dikin û tehemula duayên me jî nakin." Piştî dawî li ayînan hat, tiriyên hatibûn pîrozkirin, li beşdarvanan hat belavkirin. Cemaata Dêrê li dora maseyên ku tirî li ser bû rûniştin û dest bi sohbetê kirin.