'Dixwazin bi cilên yek rengî girtiyan bê nasname bihêlin' 2017-08-14 09:11:09 STENBOL - Tuna Atalay ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an hat girtin û li dijî polîtîkaya cilên yek rengî di ber xwe da, bal kişand ser polîtîkayên niha ku dîsa dixwazin cilên yek reng li ser girtiyan ferz bikin û wiha got: "Îktîdara siyasî ya îro polîtîkayên serdema 12'ê Îlonê bi rêbazek din dixe meriyetê û girtiyên siyasî bê nasname bihêle. Girtiyan di serdema cuntaya leşkerî de di ber xwe dan, niha jî dê di ber xwe bidin. Cuntaya Leşkerî ya darbeya 12'ê Îlona 1980'an pêk anî, li ser girtiyan cilên yek reng ferz kir. Girtiyê wê demê Tuna Atalay ku ji TSK'ê hat îxrackirin û ji doza THKP/C Rêya 3'yemin hat girtin û darizandin, li dijî cilên yek rengî di ber xwe da. Tuna Atalay, tevî gelek leşker dema hat girtin cilên yek reng li wan kir û ew bi wî rengî derxistin darazê. Atalay, anî ziman ku feraseta AKP'ê berdewama 12ê Îlonê ye û wiha got: "Girtiyan wê demê li dijî cilên yek rengî di ber xwe da. Gritî dê dîsa li dijî cilên yek reng û hişmendiya bê nasnametiyê di ber xwe bidin. Îktîdara siyasî dixwazin bi vê polîtikayê girtiyan bê nasname bihêlin. Sedema polîtîkayên cilên yek reng ji wêdemê heta niha hat, nîşan dide ku feraset nehatiye guhertin û feraseta îktîdara niha û ya wê demê berdewama hevin. Ev mirovan zêde matmayî nahêle. Feraseta niha berdewama feraseta 12'ê Îlonê ye. Ji wê demê heta niha tiştkek nehatiye guhertin. Atalay, anî ziman ku wê demê girtgiyan ev polîtîka û feraset qebûl nekirin û di ber xwe dan û dê niha dîsa di ber xwe bidin û wiha got "Niha dîsa dikarin tecrîdê sirgûnan têxin rojevê. Dibe ku dîsa rojiyên mirinê têkevin rojevê. Dibe ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Di bin navê demokratîkbûnê de 35 salin gavek nehatiye avêtin. Ev pêkanîna 'Cilên yek rengî' nîşaneya ku dixwazin feraseta cuntayê berdewam bikin. Bi gelek polîtikayên din jî em vê yekê dibînin. Em dibînin ku Tirkiye di milê demokratîkbunê de tu gavên şênber neavêtiye. Ji ber ku Tirkiye demokratîk nebûye darbe u hewldanên darbeyan her dem di rojevê de ye. Wê demê ji ber ku ez li dijî darbeyê bûm ji leşkeriyê hatim avêtin. Hezar û 200 leşker wê demê ji artêşê hat avêtin. Niha jî bi KHK yan mirov ji karên xwe tên avêtin, akademîsyen, karmend, karsaz, leşker, û gelek kesên din ji kar tên avêtin. Ji bo îro darbe bi dawî bibin divê demokrasî têkeve meriyetê. Divê hemû hêzên muxalif li dijî darbeyan bibin yek û rojên demokratîk û ronî ji pêşeroja xwe re bihêlin.