Çoltera navçeyên Çewligê dişewite 2017-08-14 12:43:21 ÇEWLIG – Li herêma Çiyayê Hesar yê li navçeya Gêxî û Korxolê ji ber bomberankirina balefirên F-16 şewat derket û 3 roje şewat didome. Piştî şewatên li Dersim, Şirnex û Amedê vê carê jî agahiyek şewata daristanê ji Çewligê hat. Li Çiyayê Hesar yê li navçeya Gêxî û Korxolê yê Çewlikê ji ber bomberankirina balefirên F-16 şewat derket û hat zanîn ku şewat 3 roje bênavber didome. Li gundên Xarxor û Bêlicê û mezraya Goma Bazê yên bi ser Gêxî ve û li gundê Xozavit ê bi ser Korxolê ve ku dikevin herêma Çiyayê Hesarê şewat bi bayê re belav dibe. MIDÛRIYETA DARISTANÊ: EM ÇÛN CIHÊ ŞEWATÊ Têkildarî rewşa şewatê em li Midûriyeta Karên Daristanan a Gêxî geriyan û got ku ew duh çûne herêma şewatê ya li Çiyayê Hesarê. Rayedarên Midûriyetê da zanîn ku wan nikaribûye baş şewatê vemirînin û li herêma Korxol, Gêxî û Depê operasyonên leşkerî didomin. Rayedaran angaşt kir ku li gel operasyona leşkerî jî dê ew piştî nîvro biçin cihê şewatê û mudaxele bikin.