Partiyên siyasî û STK li Dêrsimê kom bûn 2017-08-15 16:57:44 DERSIM – Li Dersimê gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl û rêveberên partiyên siyasî li dijî şewata bi rojane didome kom bûn. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim di civînê de got li dijî xwezayê sûcê şer dikin. Li Dersimê gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl û rêveberên partiyên siyasî li dijî şewata bi rojane li navend û navçeyan didome, li avahiya Komela Demokratîk a Elewî (DAD) civîn lidar xistin. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal, rêveber û nûnerên Baroya Dersimê, Odeya Bazirganî û Sanayî ya Dersimê, ÎHD, rêveberên Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike û Komela Hawîrdorê ya Dersimê ya li Stenbolê gelek kest amade bûn. Di civînê de Parlamenter Onlu axivî û got ku li dijî şewata bi rojane didome divê kes bêqidûm nemine. Onlu diyar kir ku di du hefteyên dawî de şewata hemwext derketiye û got: “Li Kurdistan û Dêsimê şewatek dijwar heye. Di vemirandina vê şewatê de wek moriyekî keda her kesî heye.” Onlu malovaniya nûnerên saziyan kir û anî ziman ku li gel hemû astengî û zextan jî hewldana her kesekî heye. ‘SÛCÊ ŞER E’ Piştî Onlu, Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim axivî û wiha got: “Çîroka şewata li hemû herêmê yek e. Şewat ji ber cebilxaneya leşkerî derdikeve. Ev şewata xwezayê tê derxistin li dijî sûcê şer e.” Parlamenterê CHP’ê Saribal jî destnîşan kir ku her kesê xwedî wijdan û ehlaq divê li dijî şewata daristanan derbikeve û ev xwezaya bêhempa li ber çavan tê şewitandin. Piştî kurte axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî dom kir. Tê payîn ku di civînê de heyetek bê avakirin.