Ji Gundogduyê bang kirin: Em bi milyonanin xelas nabin 2017-08-15 17:18:09 ÎZMÎR – Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di nobeta partiya xwe li Îzmîrê axivî û wiha got: “AKP ne mexdûrê darbeyê ye. Plansazê darbeyê ye. Ji bo ku zarok êdî neyên kuştin ji bilî edalet û wijdanê tu şans tune ye. Heke ku em li dijî faşîzmê ref bigirin em ê biserkevin. Em bi milyonanin û xelas nabin.” HDP’ê piştî Amed, Stenbol û Wanê Nobeta Wijdan û Edaletê li Îzmîrê da destpêkirin û Komcivîna Meclîsê di nobetê de hat li darxistin. Nobeta HDP’ê ya li Qada Gundogdu hat destpêkirin di Komcivînê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî. 'BARIYER ÎSPATA DARBEYA SIYASÎ YE’ Heta şer bê rawestandin dê têkoşîna xwe ya bêhempa bidomînin û ew ê têkoşîn, kelecan û berxwedana li Amed, Stenbol û Wanê li Îzmîrê berdewam bikin. Baydemîr ev tişt got: “Em ji nav vê germa Îzmîrê hezar car silavan xwe ji Nûriye û Semîh re dişinin. Ne tenê li dijî însan komkujiyek heye. Di heman demê de xwezaya me jî dişewitînin û talan dikin. Li Cûdî, Dersim, Licê û gelek cihên din xwezaya me tê şewitandin û zindî dişewitin. Em bi hev re faşizm û komkujiya xwzayê rawestînin. Darbeyên li derdora me îspata darbeya siyasî ne.” 'NE MEXDÛR PLANGERIN’ Baydemîr destnîşan kir ku AKP ne mexdûrê darbeyê ye plansazê darbeyê ye û wiha domand: “Kî sûc kiriye û li dijî demokrasiyê sûc kiriye bila bê darizandin. Hûn ne mexdûr plangerên darbeyê ne. Di her firsendê de derdikevin dibêjin kumpas. Temam başe kumpas lê kê bi salan wan xwedî kir. Heke ku hûn ji vê re dibêjin rêxistina terorê, çima dozgerên cematê rojnamegeran, wekîlan, hevserokên me û siyasetmedarên me didarizînin? Li gel van hemû bê mafiyan û bêhiqûqiyan wê edalet bê.” 'EV WELAT KETIYE REWŞEKÊ KU NAYÊ BIRÊVE BIRIN' Baydemîr dest nîşan kir ku kevneşopiyek siyasî ya wisane ku Serokê AKP’ê Erdogan dibêje ez ji pêkanînin dij mirovahiyê yên Guantanamo hezê digirim û wiha pê de çû: “Piştî vê gotinê li girtîgehan dest bi îşkenceyê hat kirin. Dibêje ku dê ji bo girtiyan rengê kincên behîvî çêbikin. Yê ku ev aqil da te qey ne dizanî, rengê behîvî ji kevneşopiya îşkencê tê. Te bi pêkanîna kincên yek rengî, ala xwe ya têkçûnê bilind kir. Ey serokê AKP’ê di teşkîlata te de têk çûn heye. Ev welat ketiye rewşekê ku nayê birêve birin. Ji bo ji mirovan tolê werbigrî, tu mekanîzmayên edalet û dadgeha bilind bikartînî. Em ne şibiyan we û em ê qet û qet neşibin we. Yek ji armanca nobetê, piştevaniye.” 'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MIL BIDIN MILÊ HEV' Baydemîr anî ziman ku ji Erenan, Ceylanan, pitika Mîray, Uguran û Veyselan nekevin binê axê wan dest bi nobeta wijdan û edaletê kiriye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em sond dixwin heta roja ku zarokên me nekevin bin axê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Dixwazin bi van bendan me û gelê me ji hev qût bikin. Destê dayika Gulsum tê şikandin. Lê destûr didin DAIŞ’iyek li emniyetê polîsekî bikuje. Li dijî faşîzmê em ê mil bidin milê hev. Ermenî, suryanî, tirk, kurd û hemû netewên din mil bidin milê hev em ê serkevin. Em bi milyonanin û xelas nabin.” Piştî axaftina Baydemîr welatiyan jî li pişt barîkatan slogana “Maf, hiqûq û edalet” bez kirin û piştgiriyê dan wekîlên HDP’ê.