Xwekujde li Nîjerya 27 kes kuştin 2017-08-16 07:56:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê rêxistina Boko Haram li Nijerya êrîşa xwekujiyê pêk anîn. Di êrîşê de herî kêm 27 kes mirin û 83 kes birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî şevî din li Qesebeya Konduga ya Nijeryayê endame girêdayî Boko Haram êrîşa xwekujiyê pêk anîn. Di êrîşê de herî kêm 27 kes mirin û 83 kes birîndar bûn. Li aliyê din 2 endamên rêxistinê yên xwekuj jî li nêzî kampek penaberan a Konduga xwe tewandin. Hat zanin ku li vir kuştin tune, lê gelek kes birîndar bûne.