Gulhan ê hat îxrackirin: Em ji bo nanê xwe di nobetê dene 2017-08-16 11:20:35 ÎZMÎR – Hîndekarê Lêkolina Enstîtuya Teknolojiya Pêşketî ya Îzmirê ku KHK'ê hat îxrackirin Ozcan Gulhan, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Qada Gundogdu ziyaret kir û wiha got: “Dive hemû kedkarên hatin îxrackirin ji bo nan û keda xwe tev li nobeta wîcdan û edaletê bibin." Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Qada Gundogdu ya Îzmirê di roja 2'emîn de didome. Hîndekarê Lêkolina Enstîtuya Teknolojiya Pêşketî ya Îzmirê ku KHK'ê hat îxrackirin Ozcan Gulhan, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Qada Gundogdu ziyaret kir. Gulhan, anî ziman ku ew ji bo mafê xwe yê kedê biparêze nobet ziyaret kir û wiha got: “Dive hemû kedkarên hatin îxrackirin ji bo nan û keda xwe tev li nobeta wîcdan û edaletê bibin. Daxwaza civakê ya herî mezin wîcdan û edalet e. Divê her kes bi van daxwazan dengê xwe li qadan bilind bike. Em ji bo nanê xwe di nobetê de ne. Divê astengî û zext bi dawi bibin. Ji bo azadî û demokrasî li Tirkiye pêş bikeve ev nobet pêngavek girîng e. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên hatin îxrackirin bi berxwedana xwe bûn sembola Tirkiye. Daxwaza wan jî wîcdan û edalet e. Wan bi hestî u goştê xwe berxwedana xwe nişan da. Em ji bo wan jî di nobetê de cihê xwe digirin. Em keda xwe û nanê xwe paşve dixwazin. Em ji bo nanê xwe li vir in. Hemû kesên li pêşeroja xwe û karê xwe difirin, divê tev li nobetê bibin û dengê wîcdan û edaletê bilind bikin."