DBP: Demildest Hevserokê me Arslan berdin 2017-08-16 13:27:53 AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP’ê Berat Bîrtek, der barê binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û rêveberên DBP'ê de civîna çapemeniyê pêk anî û xwest demildest Hevserokên wan Arslan û rêveberên wan berdin. Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), der barê binçavkirin û girtinên dawî de li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û darizandina Hevseroka Gişti ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku girti tê darizandin şermezar kirin û xwestin demildest bên berdan. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Berat Birtek, anî ziman ku tevi hemû êrîşên dewletê û perçekirina DBP’ê ew xebatên xwe yên nava gel berdewam dikin. Bîrtek, anî ziman ku xebatên wan ên nava gel AKP’ê bêtir bêzar dike û dike êrîşkar. Bîrtek, bilêv kir ku AKP hiqûq ji holê rakiriye û hiqûqa xwe li ser wan ferz dike û wiha got: "Di binçavkirin û girtinan de hevalên me rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Bi hezaran hevalên me li dijî hiqûqê hatine girtin. Tevî ku navnîşana Hevserokê me yê DBP Mehmet Arslan diyar bû jî di 12'ê Tebaxê de li dijî heq, hiqûq edalet û wîcdan ew binçavkirin. Serdema berê Endamên Meclisa Partiya me Harika Peker û Endamê Meclîsa Rêveber Mehmet Mehdi Tunç dîsa hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Em vê helwestê qebûl nakin. Em dixwazin bi lezgîn dawî li vê hiqûqê bînin. Dîsa em dixwazin bi lezgin Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku rûniştina wan a doze di 15'ê Tebaxê de hat dîtin bi lezgîn serbest bên berdan û serbest bên darizandin. Em dixwazin hemû hevşaredarên me û rêveberên me bên berdan."