Rojname hatin qedexwe kirin 2017-08-16 15:05:12 EDENE – Li Beşa T2 a Osmaniyê bi hinceta “moral û motîvesyona” girtiyan bilind dike, rejnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Evrensel û weşanên muxalîf hatin qedexe kirin. Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê têkildarî bin pê kirina mafên mirovan ên li Beşa T2 a Girtîgeha Osmaniyê tên jiyîn, civîna çapameniyê li dar xist. Serokê Şaxê ÎHD’ê Îlham Ongor di civînê de axivî û diyar kir ku bin pêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehê, Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê “Guncaw” ditiye. WEŞANA FERMÎ HAT QEDEXE KIRIN Ongor anî ziman ku li girtîgehê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Evrensel û maxalîf hatin qedexe ririn û wiha got: “Li ser îtîraza girtiyan dozger “Qedexeya waşanên mijara gotinên e, li girtîgehan ji ber moral û motivasyona girtiyan bilind dikin, ‘guncave’ bersiv da.” Ongor da zanîn ku kovar û rojanameyên weşana wan li Tirkiyeyê serbest û qanûnîn e, bêyî ku biryara tu dadgahê hebe, dazger bi îdîaya ‘biguman in’ biryar dide. ‘CIHÊ BÊMAFIYAN E’ Ongor aşkera kir ku ji roja Beşa T 2 a Girtîgeha Osmaniyê hatî avakirin ve, bin pê kirinên herî giran ên dij mirovahiyê lê tên jiyîn û wiha bilêv kir: “Girtî ji hemû faaliyên hevpar ên civakî bê par tên hiştin û weşanên girtî dixwazin, nadin wan.” Ongor bêmafiyên li girtîgehê tên jiyîn wiha rêz kir: “Deriyên odeyan dereng vedikin û zû digirin. Gardiyan girtiyan sor dikin. Girtiyên bi awayekê keyfî tên ceza kirin. Rûmemat mirovan tê binpêkirin. Sedemê hemû binpêkirinên mafan desthilatdarî bixwe. Di vê pêvajoyê de deroniya civakî mezin dibe û tê avakirin. Di serî de li girtîgeha Osmaniyê, li hemû girtîgehên Tirkiyeyê divê dimildest bin pêkirinên mafan ji holê bên rakirin.”