Rûniştina 13 rojnamegeran dest pê kir 2017-08-16 15:05:46 STENBOL - Rûniştina doza Murat Aksoy û Atilla Taş jî di navde 13 rojnamegeranên girtî tên darizandin, li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Rojnamegeran dest pê kir. Rûniştina doza Atilla Taş û Murat Aksoy jî di navde 13 rojnamegerên girtî tên darizandin û bi îdîaya "hewldana xerakirina pergala qanûna bingehîn" û "Hewldana xerakirina hikûmeta Komara Tirkiye" doz li wan hatibû vekirin, li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. 13 rojnamegerên bi navê Atilla Taş, Gokçe Firat Çulhaoglu, Yakup Çetin, Bunyamin Koseli, Cihan Acar, Abdullah Kiliç, Oguz Usluer, Huseyin Aydin, Murat Aksoy, Mustafa Erkan, Seyit Kiliç, Yetkin Yildiz yên girtî ten darizandin û Ali Akkuş yê serbest tên darizandin li salonê amade bûn. Di rûniştinê de piştî tespîta nasnameyan rojnameger Cihan Acar yê girtî dest bi parastinê kir. Acar, parastin kir û diyar kir ku wî li ser navê tu rêxistinê nûçe çênikiriye û wiha got: "Ez di 27 saliya xwe de hatim girtin û min di 28 saliya xwe de li girtigehê derbas kir. Tu tiştê min ê veşarî û bi dizî tune ye. 13 mehin ez ji azadiya xwe bê parim. Ez li girtîgehê têm girtin. Heta niha tu êşên min bi qasî îspatkirina ku ez ne terorîstim bi min giran nehatiye. 3 salin nûçegihanim, lê nêviyê emrê xwe yê nûçegîhanê di girtîgehê de me. Rojnameger Abullah Kiliç jî parastin kir û wihagot: "Min 11 salan di Rojnameya Meydanê de nivîsand. 23 salin rojnameger im. Min 3 caran xelat ji TGC’ê stendiye. Ez rojnamegerim. Ya muhîm ne ewe ku min li ku nivîsandiye. Ya muhîm ewe ku min çi nivîsaniye.