Rêya Wan-Colemêrgê hat girtin 2017-08-16 16:07:12 WAN – Rêya bejahî ya Wan û Colemêrgê ji ber lehiyê ji hantin û çûyînê re hat girtin. Li nêzî nevçeya Elbaka Wan û Colemêrgê lehî rabû. Rêya bejahiyê ji hatin û çûyînê re hat girtin. Lehiya ji ber barana zêde rabû, bi xwe re ax û kevir anîn û rêya nêzî Taxa Gedîkbaşê li rê hat girtin. Ji ber lehiyê gelek wesayit di rê de man. Yekineyên 11’emîn Midûryeta Herêma Wanê bi makîneyên kar mudaxilê lehiyê kirin. Piştî mudaxileya rê ji hatin û çûyînê re vebû.