Rapor nedan Bayrak ê li Îzmirê rastî lêdanê hat 2017-08-16 16:12:48 ÎZMÎR - Parazvanê Mafên Mirovan Deniz Bayrak ê di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ya Îzmirê de rasti lêdana polîsan hat, dema çû nexweşxaneyê, bi hinceta îfade nedaye polîsan nekarîbû rapora lêdanê bigire. Nobetna Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Qada Gundogdu ya Îzmirê diroja 2'emîn de berdewam dike. Nobeta wîcdan û Edaletê ya duh li Îzmirê dest pê kir, polîsan êrîş kiribû û gelek endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî rastî ledana polîsan hatibûn. Parazvanê mafê mirovan Deniz Bayrak rê rastî lêdana polîsan hat, xwest li nexweşxaneyê raporê bigire. Rayedarên nexweşxaneyê bi hinceta îfade nedaye polîsan rapor nedan Bayrak. Welatiyên rastî lêdanê hatin Caner Canli, Onur Yaman jî rastî lêdana polîsan hatibun. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Ali Aydın jî anî ziman ku wekî komele 32 salin binpêkirina mafan dişopînin û ew dê vê bûyerê bişopînin û der barê rayedaran de glî bikin.