‘Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş kirin îşkencexane' 2017-08-17 09:07:03 STENBOL - Nezahat Çetînkaya bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên xwişka xwe Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya ku di Girtîgeha Sîncanê de ye û got ku, êdî girtîgeh ji bo girtiyan veguherîne malên îşeknceyê. Rewşa tenduristiyê ya Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya ku li Girtîgeha Tîpa F a Sîncana Enqereyê girtiye, her diçe xerabtir dibe. Der barê Çetînkayayê de sê lêpirsînên cuda hene û heta niha der barê yekê tenê de îdianame hatiye amadekirin. Her wiha heta niha Çetînkaya nehatiye dadgehkirin û li gel vê nexweşîna dil, tansiyon û xitimandina demaran lê peyda bûne. BI DERFETÊN XW ETEDAWÎ DIBE Hat diyarkirin ku Çetînkaya demeke dirêj sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û ji ber vê lingên wê werimîne. Ji ber ku Çetînkaya sewqî nexweşxaneyê nayê kirin bi derfetên xwe tedawî dibe. Birayê wê Abdulhamit Çetînkaya der barê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê û şert û mercên girtîgehê de agahî dan. ‘HETA DEMEKE DIRÊJ JÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NEHAT KIRIN' Çetinkaya wiha axivî: “Li gel nexweşîna dilî nexweşîna tansiyonê û xitimandina demaran jî li xwişka min peyda bûne. Di dawiya sala 2015'an de li Stenbolê anjiyo bûbû. Zêdeyî salekê ye girtiye û bi hinceta nexweşîna wê ya dilî ne cidî ye heta demeke dirêj sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Mehek berê ew sewqî nexweşxaneyê kirin, lê piştî çend tetkîkan ew dubare birin nexweşxaneyê. Der barê encaman û emeliyatê de tiştek ne diyar e. Her wiha demek berê lingên wê werimîbûn. Bi derfetên xwe mudaxile kiriye û kêm zêde werimandin daketiye. Rewşa wê ya tenduristiyê di girtîgehê de xerabtir bû." ‘DERHUQÛQÎTÎ YE' Nezahat Çetînkaya jî anî ziman ku xwişka wê bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û wiha got: "Xwişka min tu tiştekî derhuqûqî nekiriye. Tim li cem gelê xwe cih girtiye û xizmeta gelê xwe kiriye. Di wan demên ku lêpirsîn hatine destpêkirin de xwişka min li nexweşxaneyê tedawî dibû û belgeyên vê yekê jî hene. Lê hîn jî tê girtin. Ev eziyet e, neheqî ye." Çetînkaya bang li jinan jî kir û got ji bo hemû girtiyên nexweş bên berdan divê ew bitêkoşin. Çetînkaya wiha domand: "Ez ê tu carî teslîmî vê derhuqûqiyê nebim. Ez ê xwişka xwe jî qet bi tenê nehêlim. Bang li hemû rayedaran dikim, bila hemû girtiyên nexweş berdin. Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş îşkencexane ne."