Dayika girtî vegot: Pêşî îşkence paşê odeya bi sînger 2017-08-17 09:09:06 AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê destên girtiyên di hucreyan de li pişt wan kelemçe dikin îşkencê li wan dikin û taliyê jî wan dixin odeyên bi sînger. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî tên îşkencekirin. Li gor agahiyên malbatan dan, gardiyan bi ser odeyên girtiyan de digirin û girtiyan îşkence dikin. Selva Taş, anî ziman ku kurê wê Fesih Taş di hucreyeke yek kesî de tê girtin û ber destê sibehê dema gardiyanan bi ser qawîşan de girtiye kurê wê jî îşkence kirine û paşê ew xistine odeya bi sînger. Taş, anî ziman ku girtiyên bi navê Ercan Aykuş û Ridvan Sayin jî dîtine ku îşkence li Fesih taş hatiye kirin, lê belê paşê Aykuş û Sayin jî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Taş got ku kurê wê jî di nav de mafê gelek girtiyan tê binpêkirin. MAFÊ WAN TÊ XESPKIRIN Taş, diyar kir ku di dema serdanan de jî bi awayekî zêde binpêkirinên mafan xwe didin der. Taş, da zanîn ku tu weşanan nadin girtiyan û mafê sohbetê ji 10 saetan daxistine 6 saetan. Taş dest nîşan kir ku ji pêdiviyên zarûrî bigire heta tenduristiyê hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Taş, diyar kir ku ji bo girtiyên edlî mehê carekê hevdîtina vekirî heye û dema wê 2 saet e, lê belê ji bo girtiyên siyasî hevdîtina vekirî kirine 2 mehan carekê û dema wê jî daxistine saetekê. Taş wiha got: "Ev 5 meh in ku min kurê xwe nedîtiye." ‘JI PAŞ VE DESTÊN WAN HATIN KELEMÇEKIRIN' Taş dest nîşan kir ku pirtûkên kurê wê hatine desteserkirin. Taş, da zanîn ku salek berê kurê wê ji Girtîgeha Wanê sewqî Kirikkaleyê kirine û hem di dema sewqê de hem jî li girtîgehê îşkence lê kirine. Taş, diyar kir ku ev 4 sal in ku kurê wê di hucreyeke yek kesî de ye û 2 hefte berê gardiyanan ber destê sibehê êrîşî wî kirine. Taş, dest nîşan kir ku bêyî hincet gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye û ji paş ve destê girtiyan hatiye kelepçekirin û ew derb û îşkence kirine. PIŞTÎ HUCREYÊ ODEYA BI SÎNGER Selva Taş wiha got: "Dewlet kurê min xist hucreyekê. Qîma xwe bi vê neanîn. Mafê wî yê nameşandinê jî asteng kirin. Mafê wî yê telefon û cilûbergan jî hat sînordarkirin. Nikare derkeve hewadariyê. Tam saet û nîvekê kurê min di doeya bi sînger de hiştin. Her roj dewlet bi îşekneceyek nû dertê pêşberî me. Xwedê ji wan re nehêle. Hêvîdar im dengê min diçe wan. Em ê tim li pişta zarokê xwe bin."