Di AKP'ê de îstifa li ser îstifayê: Serokê Bajêr ê Şirnexê jî îstifa kir 2017-08-17 18:54:27 ŞIRNEX - Serokê AKP'ê yê Şirnexê Mehmet Aşan jî civîneke çapemeniyê çêkir û di civînê de daxuyand ku wî ji peywira xwe îstifa kiriye. Di AKP'ê de îstifa li ser îstifayê çêdibin. Piştî serokên bajêr ên Agirî, Colemêrg, Mûşê niha jî Serokê AKP'ê yê Bajêr ê Şirnexê Mehmet Aşan jî îstifa kir. Aşan civîneke çapemeniyê çêkir û di civînê de daxuyand ku wî 3 salan serokatiya bajêr kiriye û niha ji peywira xwe îstifa kiriye û ew ê careke din nebe namzet.