Şanogerê îxrac bûye: Ji nan bêtir pêdiviya me bi edaletê heye 2017-08-18 09:11:16 STENBOL – Şanoger Cem Baza yê ku ji Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat îxrackirin wiha bertek nîşanî îxrackirina da: “Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê belê pêdiviya me ji nan bêtir bi edaletê heye.” Piştî Rewşa Awarte (OHAL) bi KHK’iyan hemû aliyên muxalîf tên îxrackirin û ji kar tên dûrxistin. Yek ji van aliyan ê ku para xwe girt jî qada hunerê ye. Şanoger Cem Baza ji ber parvekirinê medya civakî polîtîkayên hikumetê rexne kir ji Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat îxrackirin. Baza yê ku niha di şanoyek taybet de dixebite wiha got: “Piştî 15’ê tîrmehê em 21 kes ji kar hatin avêtin. Pêvajoya doza me heye. Em di dozê de bi serketin lê şaredariyê dozek din li me vekir. Heta niha belgeyek nivîskî jî ne gihîştiye me. Ji me re bi devkî hat gotin ku me ji ber performansê ji kar dûr xistine. Ez di çar lîstikên cuda de dileyîstim.” Baza destnîşan kir ku sedema îhrackirina rexnekirina hikumetê ye û hikumet der barê xwe de rexneyan qebûl nake û dixwazin hemû aliyên muxalîf ên civakê bi birçîbûnê terbiye bikin. ‘PÊDIVIYA ME BI EDALETÊ HEYE’ Baza polîtîkaya hikumetê ya li dijî muxalîfan rexne kir û got: “Ew dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê belê pêdiviya me ji nan û xwarinê bêtir bi edaletê heye. Bi her awayî em zikê xwe têr dikin. Lê dê nikaribin me bêzar bikin. Huner ji polîtîkayê ne serbixwe ye. Ez ji hunerek bê polîtîka bawer nakim. Huner di her şertê de muxalîfe. Ji bo huner li pêş bikeve ez heme.” ‘DÎROK DÊ BÊEDALETIYÊ BIDE NIVÎSANDIN’ Baza da zanîn ku ew li dijî bêedaletiyê tev li Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê û Meşa Edaletê ya CHP’ê bûye û helwesta tund a dewletê ku li dijî kurdan dide meşandin rexne kir. Baza diyar kir ku sebra li dijî komkujî, zilm û zextan nemaye û got: “Ev tiştên hemû tên jiyîn ez ê jî wek lîstikvanekî hildim arşîva xwe. Dîrok dê van tiştên bi me didin jiyankirin binivîsîne. Ji bilî berxwedanê jî tu riyek din tune ye.”