Karkerên findikan qeza kirin: 7 mirî 20 birîndar 2017-08-18 09:57:10 SAKARYA – Karkerên ji bo berhevkirina findikan ji Amedê çûn Sakarya qeza derbas kirin û di qezayê de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn. Li taxa Çamlica ya bi ser navçeya Hendek a Sakaryayê ve traktora karkerên çandiniyê qeza kir. di qezayê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest da û 20 karker jî birîndar bûn. Gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndaran bi ambulans û wesayîtên taybet rakirin nexweşxaneyên bajêr. Hat zanîn ku karkerên qeza derbas kirine ji Amedê bi boneya findikan berhev bikin çûne Sakaryayê.