Li Şemzînanê teqîn: 2 cerdevan hatin kuştin 2017-08-18 16:58:18 COLEMÊRG – Li herêma Mehendî ya bi ser gundê Bêzelê ya Şemzînanê ve teqîn pêk hat û di teqînê de 2 cerdevan jiyana xwe ji dest dan û cerdevanek jî birîndar bû. Li herêma Mehendî ya bi ser gundê Bêzelê ya Şemzînana Colemêrgê ve li ser rêya cerdevanan têde diçin û tên teqîn pêk hat û di teqînê de 2 cerdevan jiyana xwe ji dest dan û cerdevanek jî birîndar bû. Cerdevanên kuştî û yê birîndar bi bi helîkoptêran rakirin nexweşxaneyan û hat zanîn ku li herêmê operasyon dest pê kiriye.