Şervanên Îspanyolî yên li Reqqa: Emê hesabê Barcelonayê bipirsin 2017-08-20 11:31:41 REQQA - Şervanên Îspanyolî yên di nava QSD'ê de li dijî DAIŞ'ê li Reqqa şer dikin êrîşa DAIŞ'ê ya li Barcelona şermezar kirin û diyar kirin ku ew dê hesabê vê yekê ji DAIŞ'ê bipirsin. Operasyona Cenga Mezin a şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li Reqqa li dijî DAIŞ’ê hatiye destêkirin di roja 76’an de berdewam dike. QSD li Reqqa gav bi gav pêşve diçe û yek her roj welatiyên sivîl ji destê DAIŞ'ê azad dike. Şervanên QSD'ê ku Reqqa çar hawîr dorpêç kiriye, li taxên Mansura û Reşîd ên rojhilatên Reqqa pêşve diçin. Şervanên Îspanyolî yên di nava QSD’ê de cihê xwe girtine êrîşa DAIŞ'ê ya li Bajarê Barcelona ya girêdayî Herêma Azad a Katalon a Îspanyayê Barcelona şermezar kir. Şervanên Îspanyolî, diyar kirin ku dê hesabê vê yekê bipirsin. TABÛRA ENTERNASYONALÎST Şervanên ku di Tabûra Enternasyonalist a YPG’ê de cih digirin, 76 rojin çalak tev digerin. Yek ji şervanên di nava Tabûra Enternasyonalîst Şiyar Santucho ku ji herêma Madrîdê hat îro li Reqqa di nava eniya şer de têdokişe. Santucho, kesên di 17'ê Tebaxê de li bajarê Barcelona jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: "Em di merhaleya ku gihiştine arîfeya têkçûna DAIŞ’ê. Komkujiya hovîtî ya li dijî Barcelonayê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li dijî van êrîşan îro em li Reqqa ne. Em îro li dijî faşîzma DAIŞ'ê em li vir in." Şervanê ji Granada hat li Reqqa şer dike Bawer Kurdistan jî di nava şervanê YPG'ê de cih digire û şervanekî enternasyonalist e. Bawer Kurdistan anî ziman ku ew piştevaniya xwe aji gelê İspanya â Katalonya re dişîne û wiha got: “Divê mirov nebe esîrê tirsê. Divê her kes li dijî tirsê û li dijî nifrînê tebikoşe. Divê li dijî komkujiyan bibin yek. Ji bo jiyanek hevpar a civakan û gelan em li vir in. Armanca me em li dijî DAIŞ u hişmendiya wê şer bikin û civaka demokratîk ava bikin e. Em ji gelê Barcelona re sersaxiyê dixwazin. ‘EM DÊ HESAP BIPIRSIN' Şervan Kemal Amed ê ji herema Baskê hatiye li Reqqa şer dike jî anî ziman ku ew dê hesap ji DAIŞ’ê bipirsin û wiha got: "Reqqa rojên xwe yên dawî dijî. Ji ber ku DAIŞ li Reqqa têk çûye li her derê êrîşî sivîlan dike û dixwaze balê bikişîne ser xwe. Em sersaxiyê ji malbatên kesên di Barcelona de jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Em dê hesabê Barcelona ji DAIŞ'ê bipirsin." Nazım Daştan - dihaber