Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî salek li pey xwe hişt 2017-08-22 09:14:01 STENBOL – Bi destpêka OHAL’ê re Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşana xwe kir û salek li pey weşangeriya xwe hişt. Edîtora rojnameyê Rojda Korkmaz der barê rojnameyê de wiha got: “Li gel hemû zext, girtin, binçavkirin û girtinan em ê xwe bigîhînin gel.” Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di 23’ê tebaxa 2016’an de dest bi weşana xwe kir û rojname salek li pey weşangeriya xwe dihêle. Rojnameyê di serdema herî dijwar a OHAL’ê de dest bi weşanê kir û di salekê de 42 car malpera wê li ser înternetê hat girtin. Bi dehan xebatkarên rojanmeyê jî hatin binçavkirin û girtin. Edîtora rojanmeyê Rojda Korkmaz der barê weşangeriya rojnameyê de axivî û got ku ew ê li gel hemû şert û mercan weşangeriya xwe bidomînin. ‘JI BO EM JI PÊKÛTIYAN RE BIBIN BERSIV ME DEST PÊ KIR’ Korkmaz da zanîn ku li Tirkiyê bi desthilata AKP’ê di 14 salan de polîtîkaya zext û pêkûtiyan dijwartir û kûrtir bûye û ev zext û pêkûtî piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê derketiye asta herî jor. Korkmaz destnîşan kir ku li Tirkiyê her aliyan û bi taybetî jî çapemeniyê ji vê pêvajoyê para xwe girtiye û wiha got: “AKP’ê jî darbeya nîvco mayî temam kir. Çapemeniya muxalîf û azad jî bû hedefa van êrîşan. Ev polîtîkaya zextên li ser çapemeniya azad ji salên 90’an heta niha didome. Di salên 2000’an de jî bi pêla binçavkirin û girtinê dewam kir. Niha jî çapemeniya azad û muxalîf bi girtinê bêdeng dikin. Em wek rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi boneya li dijî van êrîşan bibin bersiv dest bi rêwîtiya weşanê kir. Şiyara me ew e ku em hem li Tirkiyê û hem jî li Kurdistanê bibin deng û rengê jinan, karkeran, kedkaran û hemû aliyên civakê. Em dixwazin dengê wan ragihînin. Me li ser vî esasî dest bi weşana xwe kir.” SALEK BI ZEXTAN DERBAS BÛ Korkmaz diyar kir ku piştî wan dest bi weşanê kir zext û pêkûtiyên li hember wan jî zêde bûn û heta niha li ser înternetê malpera wan 42 caran hatiye girtin. Korkmaz got ku bi dehan belavkar û xebatkarên wan hatin binçavkirin û girtin û lê li gel hemû êrîş û astengiyên wan dîsa weşana xwe didomînin. Korkmaz da zanîn ku hikumet bi awayekî kêfî zextan li ser wan dike û lê ew ê guh nedan van êrîşan û civakê agahdar bikin.