Heyeta cara duyemîn hat astengkirin: Em ji jiyana welatiyên gund bi fikar in 2017-02-19 18:33:41 MÊRDÎN - Heyeta HDP û DBP'ê ya ku xwest ji gundê Xerabê Bava ya di bin dorpêçê de ye agahî bigire cara duyemîn hat astengkirin. Heyetê got ku têkîldarî mijarê xwe nagihînin tu rayedaran û daxuyaniya "Em ji jiyana welatiyên li gund bi fikar in" dan. Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêça bi hefteyan berdewam dike, heyeta HDP û DBP'ê ya ku xwest biçe gund cara duyemîn ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Heyeta ku ji Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, parlamenterê HDP'ê Erol Dora û Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan ji bo ku ji gund agahî bigirin li riya gund ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Heyetê li têketina gund daxuyanî da. 'EM JI JIYANA GUNDIYAN BI FIKAR IN' Gulcîhan Şîmşek axivî û got ku bi sedan welatî li benda alîkariyê ne ûwiha got: "Li gund çi diqewime em nizanin. Desturê nadin em bikevin gund. Di hevdîtinên ku me li vir kir de tê gotin operasyon didome û nikarin bikevin gund. Li vî gundê dorpêça ku 9 roj in berdewam dike ji bo agahî bê girtin welatiyên me serî li partiya me didin." Şîmşek got ku muxatab nabînin rayedar bersivê nadin wan. Parlamenter dora jî got ku gelek caran li walî geriyane lê bersiv nedaye wan, dernakevin telefonên wan. Dora got ku wekî nûnerên Meclîsî dixwazin xwe bigihinin gelê xwe lê muxatabekî nabînin. Dora got ku divê hemû parlamenter bihistiyar bin.