Turmen: 'Na' dê Tirkiyeyê rehet bike 2017-02-20 09:02:43 ENQERE - Ji Berdevkên Yekîtiya ji bo Demokrasiyê Riza Turmen diyar kir ku referandûm ji bo "Tirkiye dê bi demokrasiyê ve bê rêveberin an na" ye, "Na" dê Tirkiyeyê pêşve bibe, rehet bike û têkîldarî gotinên ku di sererastkirinê de xweserî heye jî nirxandina "Li Tirkiyeyê dê rêveberiyekî bêhtir navendî bike rewa dike" kir. Di pêvajoya ku Rojhilata Navîn jinû ve tşe digire de li Tirkiyeyê pêvajoya referandûmê heye. Serokomar ji niha v daket qadan û nîşan da ku dê kampanyaya xwe li ser "siyaseta bendbendî kirinû û darvekirinê" bide meşandin. îxktidar dê çima bibêje "Erê" nikare îzah bike, muxalefeta ku gotin û argumanên wî zêdeye jî bi astengkirin û pêkûtiyan re rû bi rû ye. Parlamenterê berê yê CHP'ê û dadgehê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen ê dema di nava CHP'ê de bû wekî nûnerê "damarê demokratîk bû" niha di nava xebatên Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) de cih digire. Turmen bi nasname û cihê ku disekine ve bi gotinên xwe rastiyên zanistî tîne ziman. Turmen têkîldarî referandûm û hin nîqaşên ku tên kirin di nirxandinên ji bo dîhaberê kir de tespîtên girîng kir. Turmen diyar kir ku yekîtiya eniya muxalefetê û di vî mijarê de berpirsyariya ku DÎB bigire li ser xwe wiha axivî: 'MÎSYONA DÎB'Ê YA CHP Û HDP'Ê NÊZÎKÎ HEV BIKE NÎNE' Turmen ji bo mîsyona DÎB'ê agahî da û wiha got: "Ev rêxistinbûnekî ji bo demokrasiyê ji partiyên siyasî wêdetir e. Dema ku partiyên siyasî bixwazin bên deriyê me vekiriyê. Lê Yekîtiya ji bo Demokrasiyê baskên tu partiyan nîne yan jî di bin bandora wan de nîne. Ev rêxistibûnekî derveyî partiyan e. Me berê bi CHP û HDP'ê re hevdîtin pêk anî. Wê demê Selahattîn Demîrtaş girtî nebû. Herdu partiyan jî gotin dê piştevaniyê bidin. Herdu partî jî ji bo civînên me nûnerên xwe dişînin. Lê mîsyona vî rêxistinbûnê ya CHP û HDP'ê nêzîkî hev bike tuneye." 'ÊN KU DIBÊJIN NA DI WARÊ POLÎTÎK Û EXLAQÎ DE XURT IN' Turmen got ku divê kesên ku dibêjin "Na" nêzîkî wan bisekinin û ev enî di warê exlaqî û polîtîk de xurt e. Turmen wiha berdewam kir: "Eniya 'Na' li qadê ji ber xwe ava bû. Wekî ku Oyayê (Ersoz) gotibû yên ku dibêjin 'Na' jixwe li wir bûn û di eniya 'Na' de tu pirsgirêk tuneye. Di eniya 'Erê' de pirsgirêk heye. Lê divê eniya 'Na' di xebatên xwe de lihev bike, bigihîne hev. Eniya 'Na' emineykî pirani ye. Yek tîp nîne. Di vî eniyê de hemû kes hene." 'XWESERÎ DÊ NAVENDÎBÛNÊ RAWESTÎNE' Turmen gotinên wekî " di vî guhertinê de xweserî heye" tên bikaranîn jî nirxand û wiha got: "Li kû dera vî guhertinê de xweserî heye? tiştekî wisa nîne. Di welatên ku sîstema serokdewletiyê ya bi serketî dimeşînin de federasyon heye yan jî rêxistinbûnekî xweserî. Hêza navendîbûnê li herêman tên belavkirin. Li Tirkiyeyê sîstemekî gelekî navendî heye. Xweserî di heman demê de navendîbûnê radiwestîne. Lê tu eleqeya vî sererastkirinê bi vî re nîne." 'MIJARA REFERANDÛMÊ DEMOKRASÎ YE' Turmen got ku "Na" dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku 'Na' derkeve Tirkiye dê ji Tirkiyeya îro cudatir be. Paşve naçe. Yekî pirs dikir îxtidar dê çawa biguhere, îxtidar dê bibe destpêka dawiyê. Derî û asoyên nû dê vebe. Hêviya Tirkiyeya rêzê nîşanî demokrasî û hiqûqê dide dê derkeve. Di warê navneteweyî de jî dê Tirkiye rehet be. Ger ku 'Erê' derkeve hemû kes dizanin ku ev dê hilbijartin û sîstemekî demokratîk nebe. Mijara jî referandûmê demokrasî ye. Tirkiye dê bi demokrasiyê vê bê birêvebirin an na, mijar ev e." Turmen îdiayên wekî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, di referandûmê de "Na" derkeve îxtidar dê vê qebûl neke jî nirxand û wiha got: "Ma tiştekî wisa dibe, ev der serê çiya ye, ma qanûnên daristanê derbas dibe?" Turmen nirxandina "çi encam derdikeve bila derkeve dê Tirkiye li gorî wê teşe bigire" kir. 'DÊ NA DERKEVE' Turmen der barê encamê de jî wiha axivî: "Ez dizanim ku dê 'Na' derkeve. Made li holê ne, em rastiyan dibêjin, operasyona têgenê pêk naynin. 18 made li holê ne. Hemû kesên ku vî bixwînin bibînin ku dê Tirkiyeyê bibe kû derê." Turmen di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: "Divê ev bê vegotin, rastî bê vegotin. Bi operasyona têgehî ve rastî ji Tirkiyeyê tê veşartin. Divê enî bê firehkirin." Kenan Kirkaya - dîhaber