Parlamenter Îrmez: Li Şirnexê ewheliya hilbijartinê di xetereyê de ye 2017-02-20 09:06:20 ŞIRNEX - Parlamertera HDP'ê ya Şirnexê got ku di serî de Şirnex li bajarên kurdan ewlehiya hilbijartinê di xetereyê de ye, sandoqên bajarên hatin xirakirin û şewitandin dê li kû bên danîn û gel çawa dengên xwe bi kar bîne nediyar e. Her ku li Tirkiyeyê hilbijartin nêz dibin di nav mijarên herî zêde yên nîqaşkirin de ewlehiya sindoqan û dengdayînê cihê xwe digire. Nemaze di rewşa OHAL'ê de û li Kurdistanê polîtîqayên ewlehiyê yên dewletê vê mijarê girîngtir dike. Bi taybetî li bajarên weke Cizîr, Silopî, Hezex û Şirnex ku di dema qedexeyan de hatine hilweşandin mijara ewlehiyê zêdetir derdikeve pêş. Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez li ser ewlehiya referadûma ku di 16'ê nîsanê de pêk were got ku di rewşa OHAL'ê de hilbijartin pêk anîn ne tiştek hiqûqiye û wiha axivî: "Ev Qanûna Bingehîn ji destpêkê heya niha bi pêkanînên derveyî hiqûqê hatiye heya vir. Ev bê hiqûqî wê heya ku referandûm pêk were jî berdewam bike." GELÊ ŞIRNEX BI POLÎTÎKAYA EWLEHIYÊ RE RÛ BI RÛ YE Îrmez diyar kir ku polîtîkaya AKP îro pêk tîne ne ji ya salên 90'î cudatir e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em niha di rewşa OHAL'ê de ne û ev rewş li herêmê û bi taybetî jî li Şirnex girantir e. Di dema OHAL'ê de danîna sindoqan bi serê xwe pirsgirêkek e. Ji ber ku gel ji van polîtîkayên ewlehiyê bi bandor dibin û ev yek jî bandora xwe li ser hilbijartinê dike. Her çiqas di dema qedexeyê de gelê Şirnexê axa xwe neterikandibe jî niha bi polîtîkayên ewlehiyê yên OHAL û taybet re rû bi rû ye. Ev yek wê di dema hilbijartinê de hê zêdetir bibin." DI VAN ŞERT Û MERCAN DE GEL Ê ÇAWA BIÇE SER SINDOQÊ Îrmez da zanîn ku li Şirnexê û navçeyên wê gelek dibistanên ku deng lê tên bikaranîn niha weke qereqol tên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hilweşandina Şirnexê gelek dibistanên ku deng lê dihatin dayîn jî hatin hilweşadin. Tenê ne li Şirnex, li Hezex, Cizîr û Silopî jî gelek dibistan hatin hilweşadin û yên nehatine hilweşadin jî weke qereqol tên bikaranîn. Gelê me wê di van şert û mercan de çawa dengê xwe bikarbîne ev yek gelek qalepirsan têxe serê mirov." Îrmez bal kişand ser noqteyên lêgerînê yên di têketinên bajaran de ku bi saetan welatî lê tên rawestandin û wiha pêde çû: "Niha di têketina Şirnexê de noqteyên lêgerînê hene û bi saetan welatî tên rawestandin. Gelek welatiyên ku ji bajêr koçber bûne niha li gundên xwe yên salên 90'î hatine xerabkirin bi cih bûne û li van gundan sindoq nayên danîn. Mînak li gundên Cifane û Bilmad bi dehan malbat dijîn û roja referandûmê wê qelebalixek zêde çê bibe. Ev welatiyên ku di nav noqteyên lêgerînê re derbas bibin wê negehin dengê xwe bikar bînin.Ev yek jî me têxe nava fikaran." BILA GELÊ ME AN NAVNÎŞANA XWE BIGUHERE AN JÎ ROJA REFERANDÛMÊ WERE ŞIRNEX Îrmez bi lêv kir ku gelek welatiyên Şirnex niha li navçe, bajarok û gundên derdorê dijîn û gelek welatiyan navnîşana xwe neguhertine û axaftina xwe wiha domand: "Roja berê lîsteyên hilbijartiyan hatin daliqandin. Dema ku qedexeyê destpê kirî gelek welatiyên me digotin piştî qedexeyê em ê vegerin bajarê xwe û ji ber vê yekê navnîşana xwe neguhertine. Niha Şirnex nêzî sedî 70 hatiye hilweşadin û divê welatiyên me yên ku nehatine bajêr navnîşanên xwe bihguherin. Nêzî 30 hezar welatî niha li derveyî bajêr dijîn. Welatiyên me li ku bijîn bila dengê xwe bibin wir an jî roja hilbijartinê werin bajêr û dengê xwe bikarbînin." 'NA DIKARE PÊŞIYÊ LI POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA ŞER BIGIRE' Îrmez herî dawî bang li gelê Şirnexê kir ku li hember polîtîkaya AKP'ê ya şer biçin ser sinqodan, bibêjin, "Na" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ji vir bang gelê Şirnexê dikim ku roja referandûmê biçin ser sinqodan. Bila gelê me biçe ser sindoqan û ji polîtîkaya AKP'ê ya şer ku li ser gel dide meşandin bibêje, 'Na'. Dema em çûn ser sinqodan û me got, 'Na' wê demê em ê bikaribin pêşiya polîtîkayên AKP'ê yên şer bigirin."