Serokwezîr Yildirim Serfermandar Akar derewand 2017-02-20 10:22:42 ENQERE - Serfermandarê Giştî yê TSK'ê Hulusi Akar di 16'ê Sibatê de li Katarê wekî mizgînî bide got "Çavê we ronî operasyona El Babê xelas bû. Serokwezîr Bînalî Yildirim jî li Almanyayê dijberî daxuyaniya Akar diyar kir ku operasyon xelas nebûye û got: "Li El Babê rêyên ikmal(alîkarî) xelas bûye. AKAR Û YILDIRIM HEV DEREWANDIN Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînali Yildirim di ziyareta Almanyayê de der barê Rewşa Rakka û Elbabê de pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Têkoşîna PYD/YPG'ê yê li dijî DEAŞ'ê ne rêbazek rast e. Şirikatiya vî karî ya stratejik divê li gorî pîvanên NATO pêk bê. Me got di têkoşîna li dijî DEAŞ'ê de piştî operasyona El Bab em dîsa di vî şerî de hene. Lê bi şertê ku rêxistinê terorê di navde hebin. Em li benda bersîva DYA ne. " Yildirim têkildarî helwesta Tirkiye ya Reqqa jî wiha got: "Stîla me ya şerê li El Babê çibû dê li Reqqa jî heman tişt be. Li herêmê ji xwe leşkerên me yên piştgiriyê didin OSO hene. Bawerim dê li Reqqayê jî piştgiriyê bidin. OPERASYONA EL BABÊ XELAS NEBÛYE Yildirim der barê operasyona li El Babê jî dijberî gotina Hulusî Akar axivî û wiha got: "Li El Babê operasyona paqijiyê didome. Di bin hemû bajar de tunel, bombeyên zindî û çalakiyên întîharê hene. Ne hêsan e. Lê tenê rêyên îkmalê û alîkariyê hatine girtin." Yildirim bi vî rengî mikur hat ku El Bab hêj xelas nebûye. Yildirim gefên xwe yên li dijî PYD'ê yên li Minbicê jî berdewam kir. Serfermandarê Artêşê Hulusi Akar jî di 16'ê Sibatê de di ziyareta Katarê de gotibû Operasyona El Babê xelas bûye û wiha gotibû: "Çavê we ronî operasyona El Babê Xelas bû."