HDP'ê xwest meclîs kuştinên li Cizîrê lêkolîn bike 2017-02-21 14:13:48 ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, têkildarî kuştina kesên di jêrzemînên avahiyên Cizîrê de xwest meclîs lêkolîn bike. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Birlik, têkildarî kuştinên li 3 jêrzemînên avahiyên li Cizîra Şirnexê ji meclîsê xwest ku lêkolîn bê kirin. Bîrlîk, di pêşniyarnameyê de wiha got: "Li Cizîrê 78 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di 3 jêrzemînên binê xerabeyê avahiyan de 23 jê zarok 177 cenaze hatin derxistin. Nasnameya 103 kesan hat tespîtkirin. Lê nasnameya 74 kesan nehat tespîtkirin. Hemû cenaze hatibûn şewitandin û perçe perçe bûbûn. Komîserê Milind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Raad al-Hussein jî xwestibû ku heyetek berbixwe bê avakirin û li Tirkiye lêkolîn bike. Di rapora NY'ê de hat diyarkirin ku li herêma Başûrê Rojhilat a Tirkiye di operasyonên ewlehiyê de mirovên bê çek ji aliyê sekvanên di maşineyên leşkerî yên zirxî de gule avêtin hatin kuştin. Têkildarî vê yekê rapor hatin amadekirin. Zêdeyî 100 mirovên di jêrzemînên li Cizîrê de asê man, hatin şewitandin û kuştin. Di sibata 2017'an de Saziya Tipa Edlî ya Swêd (CHUV) li ser perçeyê bedena Berjîn Demîrkaya ya li gel komek mirov di jêrzemîna li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da lêkolîn kir û rapor amade kir. Li gorî raporê diyar kir ku mirov berê hatine kuştin û piştre hatine şewitandin." DOZGER HEWCE BI LÊPIRSÎNÊ NEDÎT Bîrlîk, diyar kir ku Dozgerê Cizîrê li ser serlêdan û giliyê parêzerên malbatan biryara pêdivî bi lêpirsîn û şopandina dozê tune daye û wiha got: "Dozger, li ser îfadeya şahidên nepen îdîa kir ku welatiyên di avahiyan de asê mane "endamê rêxistinê" ne. Dozger îdîa kir ku ev operasyon li ser navê ewlehî û pergala cemaweriyê hatiye kirin. Dozger bêyî lêkolîn bike û biçe cihê bûyerê biryara pêdivî bilêpirsînê tune daye. Em ji meclîsê dixwazin ku têkildarî bûyerê lêkolîn bike. Li şahidan guhdar bike. Li gorî xalên 98’an a Qanûna Bingehin û xalên 104 û 105'an ên Rêziknameya Meclîsê lêkolîn bê kirin. "