Onder: Perenga sêyemîn dê di 16'ê Nîsanê de bikeve 2017-02-21 14:27:48 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ê di koma civîna partiya xwe de axivî û têkîldarî îdiayên bi "hikûmetê re hevdîtinê pêk tînin" got ku bi temamî derew e û wiha axivî: " Dê perenga sêyemîn di 16'ê Nîsanê de bikeve. Ev di destê me de ye. Ger ku em bixebitin hatina biharê em ê di 16'ê Nîsanê de pîroz bikin." Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder di civîna koma partiya xwe de axivî. Onder ê piştî Ahlet Turk axivî têkîldarî rewşa akademîsyenên ku bi KHK'ê ve hatin îxrackirin û di heman demê de mêvanên komê bûn axivî. 'DÊ CUBEYÊN AVÊTIN NAVA HERIYÊ BIBE ALA AŞTIYÊ' Oner wiha berdewam kir: "Li dijî zanistê û pêşerojên ronî husumetekî bi vî rengî li vî welatî tu caran kêm nebûye û her çûye zêde ye heta îro hatiye. Akademîsyenên ku jibilî daxwaza wan a edalet û azadiyê tu sûcên wan tuneye we avêt nava heriyê yê ew cube dê bibin ala aştiyê." Onder wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez li vir dixwazim deng bikin Îbîş. Birêz Îbîş hemû kes vedikişîn aliyekî û gunehê vê karê dê li ser milê te bîmîne. Edelat dibe ku dereng bi cih bê lê teqez bbi cih bê. Yan derkevin tiştên ku dikin biparêzin yan jî nehêlin bila îhale li ser we bimîne nerazîbûnê nîşan bidin, em jî fêm bikin ku hûn mirov in. Kesê ku şîrketa wî ya lêkolînê heye nêzî hikûmetê ye dibêjin parlamenterên mualefetê devên xwe vedikin dibêjin kurdan bi hikûmetê re li hev kirine. Di nav de navê min jî derbas dibe. Wekî ku min bi Serokwezîr Yildirim re hevdîtin pêk aniye. Temamî derew e. Hevdîtin jî tuneye, hewldan jî tuneye. Bi veşarî wekî ku hevdîtin heye propaganda tê kirin ev ji parzina gel derbas nabe. Bangawaziya me heye lê diyalog an jî muzakereyekî bi vî rengî tuneye. Li Nisêbînê gundek çend roj in di bin dorpêçê de ye. Parlamenterên me, nûnerên rêxistinên mafên mirovan diçin lê ji bo tu kesan destur nayê dayîn ku derbas bibin. Divê hemû kes bizanibin ku li vî welatî demokrasî ji têkoşîna aştiyê cuda nîne. Der barê aqûbeta wan de ji bo ku îzahate bê kirin ger hûn îtirazekî nekin hûn ê bikevin halê keşeyê alman. Ji ber vê yekê divê hemû kes vî mijarê de hesab bipirse û kontrol bike. Ji kurdan re tê gotin ku hûn bi halê xwe bikevin li qadên referandûmê xwe nîşan nedin. Ev nayê qebûlkirin têkoşîna me qasî li dijî vî zilmê ye ewqas jî dê bi têkoşîna li hemberî vî feraseta ku tune dihesibîne berdewam bike. Wekîlên me Ferhat Encu û Îdrîs Baluken hatin berdan. Dadgehên ku biryara berdanê dan bi yek dengî ev biryar dan. Madeya 267'emîn a CMK'ê ya ji bo serbestberdanan îtirazkirina girtîbûnan zelal e. Di nava van de peywira dozger ji bo îtirazkirina tehliyeya wekîlên me tuneye. Dadgehekî din nikare vî yekê binirxîne. Tişta ku hatiye kirin bi temamî nehiqûqî ye. Ev biryar nîşan dide tu biryar çawa bi mekanîzmaya siyasî ve dixebite. Piştre jî dibêjin bi dadgeha bawer bikin, biçin îfade bidin. Em nabin amûrê vî nehiqûqî ye. AYM'Ê BIRYARA JI BO TWÎTTERÊ DI 8 ROJAN DE DA Ez li vir ji hemû raya giştî re dibêjim; wekîlên me yên ku derdikvin dadgehê jî daxwaza wan rawestandina vî nehiqûqiyê bû. Daxwaza me tê redkirin. Di naveroka dosyayê de tiştekî ku şîdetê teşwîq bike tuneye. Bi wekaleta we ve me ev rêveberî kontrol kiriye. Ji me re dibêjin we çima gotiye dadgehan nîşanî me didin. Welatek dikare her tiştên xwe winda bike. Lê du tiştan nikare şunde bîne. Ya yekemîn canên ku win da dibin. Ya din jî dema ku edalet winda bibe. Dadgehekî bi navê AYM heye. AYM'ê di qedexeya twitterê re di 8 rojan de biryar da. Pirsgirêka ragihandinê bû û biryarekî hatibû dayîn bû. Li vî welatî îradeya vî gelê zêdetirî 100 roj in dîn hatiye girtin. Li bendê ne ku li girtîgehê tiştek bi hevalên me bê. Ez bang li daraza bilind dikin, di daxwaza me de tiştekî nerewa nîne. Tenê hûn li gorî edaletê tevbigerin bes e. Di vî de tiştekî neqaqûnî tuneye. Em edaletê dixwazin. Em ji kesekî merhemetê naxwazin. Ya ku diçe hêviya me ya hevre jiyanê ye, daxwaza me ya welatê hevpar e. Ji ber hurafeyên we, Îro li Rojava yên ku îdia dikin paqijiya etnîkî tê kirin tu caran li gorî rastiya vê derê pratîkekî nakin. Tenê bi qeyum ve hilbijartinê betal dikin. Li bajarên kurdan tiştên ku ewil kirin rakirina tabelayên kurdî, xizmeta kurdî betalkirin e. Piştre jî ji muhafazakaran deng dixwazin. Dê perenga sêyemîn di 16'ê Nîsanê de bikeve. Ev di destê me de ye. Ger ku em bixebitin hatina biharê em ê di 16'ê Nîsanê de pîroz bikin. "