Turk: Em şertên aştiyane pêk bînin Baykal: Divê em hevdu fêm bikin 2017-02-21 16:32:23 ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê ku parlamenterê CHP'ê Denîz Baykal ziyaret kir ji bo avakirina şertên aştiyane piştgirî xwest, Baykal jî gotina "divê em hevdû fêm bikin" bi kar anî. Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Turk ê ku beriya demeke ji girtîgehê derket çû serdena parlamenterê CHP'ê yê Antalyayê Denîz Baylak ê dema di bin çavan de bû çûbû serdena malbata wî. Hevdîtin li odela Baykal a li Meclîsê pêk hat û daxuyanî hat dayîn. Beriya hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin herduyan jî daxuyanî dan. Baykal dema ku Turk pêşwazî kir gotina "ez dikarim bibêjim ku min we gelek baş dît" bi kar anî. Ahmet Turk di axaftina xwe de wiha got: "Îro di esasê xwe de ez hatim serdana birêz Denîz Baykal. Dema ku ez hatibûn binçavkirin Birêz Serokê Giştî hatibû Mêrdînê. Ez gelek spasiyên xwe li wî dikim. Bi rastî jî ev xwedîlêderketin ji bo min girîng e. Gelek bandor li hestên min kir. Em li welatekî wisa dijîn dixwazin aştiyê bixwazin dixwazin demokrasiyê biparêzin di encamê de wekî siyasetmedar hemû kes di bin xetereyê de ye. Ji ber vê yekê jî li vî welatî bi aqilekî hevpar pirsgirêka çareserkirinê wêdetir rê nîne. Hêvîdar im li Tirkiyeyê hemû kesên xwedî wijdan ji bo pêvajoyeke demokratîk û aştiyane pêş bikeve hemû kes di nava hewldanan de be. Ji ber ku dizanim û bawer dikim ku jibilî di nava aştiyê de bi hevre jiyanê wêdetir rê nîne. Ji ber vê yekê dixwazin îro li vir hestên xwe îfade bikim." 'EZ JI DÎTINA TURK A LI ENQEREYÊ KÊFXWEŞ BÛM' Baykal jî wiha got: "Îro ez jî ji bo ku Ahmet Turk li Enqereyê li Meclîsê dîtiye kêfxweş im. Em ji rojên dijwar derbas dibin. Hêvîdar im me rojê dijwartir li pey xwe hiştibeb. Ji niha û pêve aramî pêk bê. Siyaset rojên zehmet dikare bijî. Lê mirov muhtacî hev in. Em bihevre divê riya bihevre jiyanê bibînin. Min her tim bawer kir ku ev pêkan e. Hêvîdar im em ê hevdu fêm bikin û fêmkirina hev nirxên me yên hevpar e û rojên bi vî rengî careke din nejîn."