Barzanî tê Tirkiyeyê 2017-02-21 16:39:32 ENQERE - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî tê Tirkiyeyê. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî dê di 25-26’ê Sibatê de bê Tirkiyeyê. Hat zanîn di çarçoveya bernameya xwe ya li Enqere û Stenbolê de dê bi Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtin pêk bîne. Barzanî beriya 3 rojan li Almanyayê bi Yildirim û MÎT’ê re hevdîtin pêk anî bû.