Serokwezîr Yildirim: Dê xistina parlamenteran bidome 2017-02-22 16:35:45 ENQERE - Serokwezîr Bînalî Yildirim ku pirsên rojnamegeran bersivand, derbarê xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgeh Yuksekdag de axivî. Yildirim destnîşan kir ku dê pêkanîn berdewam bikin. Serokwezîr Bînalî Yildirim, bi hinek nûnerên saziyên çapemeniyê re li Qesra Çankayayê hat cem hev. Yildirim derbarê pirsên rojevê de axivî. Li ser bîrxistina “hêmana bozkurtê” a di civîna heftane ya koma xwe de kir Yildirim wiha got: “Kirin qêrin û gotin nijadperestan ji bîr nekin, min jî ew hêman kir. Derbarê şahiyên tê plankirin bi MHP’ê re bên kirin biryarek ne hatiye dayîn. Nizanim dê bi kîjan şêweyî be lê dê çalakiyên hevpar bên lidarxistin.” Li ser pirsa daxwaza SErokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî a “darvekirinê” Yildirin da zanîn ku ew ê piştî referandumê bi MHP’ê re rûnin û nîqaş bikin. ‘CHP ZÛ TÊ GUHERTIN’ Yildirim bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yên ji bo referandumê û wiha got: “CHP zû tê guhertin, ev guhertinên ji nişkanve têra ketina çavê gel nake. DERBARÊ PARLAMENTERIYA YUKSEKDAG DE: PÊKANÎN DÊ BIDOMIN Ji pirsa derbarê xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de jî Yildirim ev bersiv da: “Kî dibe bila bile rewşa kesê cezayê wî hatiye erêkirin li TBMM’ê tê gotin û ji îro pêde jî dê wiha bidome.” Yildirim ku derbarê anketên hatine aşkerakirin de jî axivî da zanîn ku anketa rast di 16’ê Nîsanê de ye û wiha pêde çû: “Em hemû dê di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe bigirin. Ger ji referandumê Na derbikeve em ê riya xwe bidomînin.” ‘BI PYD’Ê RE NABE’ Yildirim ku bersiv da pirsên derbarê geşedanên li Sûriyeyê, behsa operasyona Reqayê kir û wiha axivî: “Bi PYD/YPG’ê ev kar nabe. Divê DYE bi Tirkiyeyê re van karan bike tişta bê kirin eve.”