Serdozgerê Amedê ji wekîla HDP'î Beştaş 23 sal ceza xwest 2017-02-22 16:38:41 AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş de bi daxwaza 23 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Serdozgerê Komarê yê Amedê, di çarçoveya lêpirsînê de, der barê Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku di 28'ê Çile de hat girtin de doz vekir. Îdîanameya ku ji aliye dozger ve hat amadekirin li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger îdîanameya ji 66 rûpelan pêk tê amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê"; "Aşkere teşvîkî sûc kiriye", "Li dijî zagona meş û xwe pêşandanan derketiye" "Gel di meş û xwepêşandanan de sor kiriye" der barê Beştaş de ji 8 salan heta 23 salan ceza xwest.