Wezîrê berê Halis: Bi zilma li kurdan Tirkiye paşve diçe 2017-02-23 09:28:10 ENQERE - Wezîrê berê Ziya Halis, diyar kir ku bi zêdebûna çewisandina li ser HDP û tevgera kurd, Tirkiye ber bi serdemeke tarî ve tê kişandin û wiha got: "Riya aqil ew e ku, di referandûmê de li dijî vê rêveçûnê gotina 'Na' bi hêz bikin' Bi nêzîkbûna referandûmê re, li dijî HDP'ê her diçe çewisandin û êrîş zêde dibin. Li gel domandina êrîşên li Nisêbînê, pêvajoya girtina parlementerên HDP'ê û heta xistina perlementeriya wan lezgîntir dibe. ‘TTIRKIYEYÊ BER BI SERDEMEKE TARÎ VE TÊ KIŞANDIN' Siyasetmedar û weîzrê berê Ziya Halis, êrîşên li dijî HDP'ê nirxandin û got, di warê demokrasî û azadiyan de Tirkiyeyê ketiye pêvajoyeke zaf xerab û tarî. Halis ê got, "Di vê pêvajoyê de, qanûn, Qanûna Bingehîn bi awayekî zêde tên binpêkirin" wiha axivî: "Daraz bi her awayî di bin kontrola îktîdarê de ye û wek saziyeke girêdayî wê be dixebite. Ji ber vê bi destê îktîdarê derdorên muxalif zaf tên mexdûrkirin." Halis, dest nîşan kir ku mexdûriyeta herî mezin li tevgera kurd û HDP'ê tê kirin. Halis, girtina parlementerên HDP'ê û xistina parlementeriya Yuksekdagê bi bîr xist û wiha axivî: AMADEKARIYÊN GIRTINA HDP'Ê “Bi van operasyonên li dijî HDP û tevgera siyasî ya kurd, wisa dixuyê ku bi awayekî neyekser fealiyetên girtina HDP'ê ne. Vê navberê, polîtîkayeke dewletê ya dixwaze daxwaza azadî û nasnameyê ya gelê kurd bitepisîne di dewrê de ye. Ev di warê aştiya civakî û demokrasiyê de rewşeke zaf xetere ye. Di vê pêvajoyê de jî dê referandûm bê çêkirin. Di şert û mercên OHAL'ê de dixwazin referandûmê çêbikin. li Tirkiyeyê îro ji rewşa fiîlî çewsînertir rêveberiyeke dewletê û guherandina Qanûna bingehîn di rojevê de ye. Em bi nêvengeke kaotîk re rû bi rû ne. Hêvîdar im di vê referandûmê dewlet bê hişyarkirin û vegere sînorên xwe yên qanûnî. RIYA AQIL ÎTIRAZEKE HÊZDAR BERPÊŞ DIKE Divê civak çarenûsa xwe terkî vê rêveberiyê neke. Riya aqil ev e. Ne rewşeke girêdayî van şexsan, îro şexsê tu pê bawerî sibê dibe ku şaşiyan bike. Kesê were şûna wî dibe ku pirgirêkên din derxîne. Li tu deverê cîhanê qanûnçêkirin, birêvebirin ne di bin kontrolê de ye." ‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN DÊ TU ENCAMÊ NEDE' Halis, bi bîr xist ku berê jî li dijî HDP û gelê kurd êrîş zaf bûn, lê belê tu encam nedane û wiha axivî: "Ji êrîş û çewisandinên îroyîn jî dê tu encam bi dest nekev. Ev daxwaza, daxwaza kurdan a perwerdehiya bi zimanê xwe ye û daxwazeke rewa û mafdar e jî. Dibe îro ev daxwaza bên binpêkirin. Lê dê di wadeyeke navîn û dirêj de dîsa ev daxwaza têkevin rojeva Tirkiyeyê û wisa difikirim ku dê gelê kurd israra van daxwazan bike."