Raportor Katî Pîrî: Her cara ku em tên rewş xiraptire 2017-02-23 09:47:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê PE yê Tirkiyeyê Katî Pîrî ku li Enqereyê hevdîtinan pêk tîne diyar kir ku her cara ew tên bi rewşek xiraptir re rû bi rû dibin û wiha got: “Ji Yekîtiya Ewropaye re behs yekgirtinê kirin ne raste.” Raportorê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Katî Pîrî ku li Enqereyê bi sazî û kesan re hevdîtin pêk anîn, peywendiya PE û Tirkiyeyê bi van gotinan anî ziman: “Divê em peywendiya xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomînin. Ji Yekîtiya Ewropaye re behs yekgirtinê kirin ne raste. Pêkanînên hikûmetê ji krîterên YE’yê durin û niyeta me ew ku piştî OHAL hat rakirin em carekdin pozisyona xwe binirxînin. Mixabin her cara em tên dibinin ku rewş xiraptire. Pîrî, çavdêriyên xwe yên Enqereyê bi rojanemya Cumhuriyetê re parve kir. ‘HETA OHAL NEYÊ RAKIRIN DÊ TIRKIYE NORMAL NEBE’ Pîrî li ser pirsa piştî referandumê dê pêşeroja Tirkiyeyê çi be wiha bersiv da: “Encama referandumê çi dibe bila bibe heta OHAL neyê rakirin Tirkiye nikare bikeve pêvajoya normalbûyînê. Hikûmet di OHAL ku got dê bandorê li ser gel neke de bi sedan kes ji kar avêt, rojnameger û wekîlên muxalif xistin girtîgehê. Diyare ku gefa terorê li dijî Tirkiyeyê heye, lê bi hêsanî mirov wekî ‘terorîst’ dana nîşandan mafê parastinê ne dayîn me dixe nava fikaran.” Pîrî derbarê endamtiya Tirkiyeyê de jî wiha axivî: “PE di salên dawî de ji bo endamtiya Tirkiyeyê pişgiriyek mezin dida. Ji ber bawerî bi pêvajoyê anî, mafên bingehîn ên ji aliyê Konseya YE’yê ve hatin astengkirin xwest fasilen 23. 24. bên vekirin. Piştî protestoyên Geziyê rewş diguherî. Piştî operasyona li dijî Cumhuriyetê, bi awayekî bê qanûnî rakirina destnedayîna parlamenteran, girtina 10 parlamenteran di mijdarê de me dît ku em nikarin bi Tirkiyeyê re peywendiyê bidomînin, lê niha ji YE re behsa yekgirtinê kirin neraste. Ger em behsa endamtiyê bikin tu feydeya wê ji welatiyên me û Tirkiyeyê re tune ye.” ‘DI KRIÎZA PENABERAN DE DÊ TIRKIYE BIBE PIRSGIRÊKEK MEZIN’ Pîrî, derbarê siyasetmedarên Ewropayê û nêzîkatiyên wan de jî wiha got: “Ger hûn wekî hinek siyasetmedaran di aliyê aborî de li Ewropayê binêrin, hûn dikarin binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ji nedîtîve bên. Piştî krîzên penaberan gefa herî mezin a ji bo YE’yê Tirkiyeyek bêîstîkrar û bêdemokratîke. Cîranê me uê ku nifusa wî 79 milyone û mufetîkê NATO’yê ye, bi îstîrabûna welat û wekî me ji heman nirxan bawerkirin ji bo me başe. Li Tirkiyeyê Cumhuriyetê derbên giran xwarin û gelek rojnameger ji ber xebatên rojnamegeriyê hatin giritn. Ev me xemgîn dike. Bi taybet di welatekê k udi pêvajoya endamtiya YE’yê de ye tiştên wiha dîtin fikaran zêde dike. Dema em tên Tirkiyeyê hewl didin rojanemya Cumhuriyetê ziyaret bikin lê rewş her ku diçe xiraptir dibe. Ji bo Parlamentoya Ewropayê ya girîng ewe ku welatek çawa berê xwe dide çapemeniyê û çawa nêzî wê dibe. Ji ber ku çapemenî demokrasiya wî welatî nîşan dide.”