Erdogan diçe Rûsyayê 2017-02-24 12:50:53 ENQERE - Serokomar Tayyîp Erdogan dê di 9-10’ê Adarê biçe Rûsyayê û hevdîtinan pêk bîne. Dîroka ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Rûsyayê diyar bû. Erdogan ku dê di 9-10’ê Adarê du rojan hevdîtinan li Rûsyayê pêk bîne hat diyarkirin ku dê bi Serokê Dewletê Vladîmîr Putîn re bê cem hev. Derbarê naveroka hevdîtinan de tu daxuyanî ne hat dayîn.