Erdogan û Yildirim bi hevre tên Amedê 2017-02-26 14:45:06 AMED - AK Partî û bernameya xwe ya referandumê amade kir biryar da ku dê Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi hevre tevlî mîtîngên li 5 bajaran bibin. Di nava bajarên ku dê mîtîngên hevpar bên li darxistin de Amed jî heye. AK Partî duh li Enqereyê starta kampanyaya referandumê da. Piştî starta kampanyayê bajarên ku dê mîtîng lê bên lidarxistin jî hatin diyarkirin. Piştî bernameya duh, Lijneya Rêvebir û Biryarê ya Navenda AK Partiyê di bin serokatiya Serowezîr Yildirim de civînek pêk anî. Di civînê de bernameyên mîtîngên ji bo pêvajoya referandumê hatin nîqaşkirin. Li gorî vê dê Serokwezîr Yildirim li 47 bajaran mîtîngan li dar bixe. Serokomar Erdogan jî dê tevlî 30 mîtîngên li bajarên mezin bê kirin bibe. Yildirim di çarçoveya bernamaya mîtîngan de dê bi serokomar Erdogan re li 5 bajarên mezin mîtîngên hevpar pêk bîne. Di nava bajarên ku dê mîtîng bên li darxistin de Amed û Enqere, Stenbol, Çanakkale û Qeyserî jî hene. Di nîqaşên ku dê AK Partî û MHP mîtîngên hevpar li darbixin de, tê nîqaşkirin ku mîtînga Çanakkaleyê ya ku dê di 18’ê Adarê de bê li darxisitn hevpar be.