Barzanî û Turk hatin cem hev 2017-02-27 10:17:29 ENQERE - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re hatin cem hev. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzani bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywir hate girtin ve li otela J.W. hatin cem hev. Jibilî Turk Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî beşdarî hevdîtinê bû. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safeen Dizayee ew pêşwazî kirin. Li bendê ye ku piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.