Barzanî û Yildirim hevdîtin pêk anîn 2017-02-27 16:37:42 ENQERE - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Bînalî Yildirim hevdîtin pêk anîn. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê hatin cem hev. Hevdîtinê saetek û nî berdewam kir. Piştî hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de daxuyanî nehat dayîn. Hevdîtina di navbera Barzanî û Yildirim de nîv saetê dereng dest pê kir. Barzanî duh êvarê li Stenbolê bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî û piştre derbasî Enqereyê bû. Barzanî serê sibehê jî bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik re hevdîtin pêk anî. Barzanî di bernameya xwe ya sêyemîn de li Qesra Çankayayê bû. Ji ber hevdîtina Serowezîr Bînalî Yildirim û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Hulusî Akar hevdîtinê 35 deqîqe dereng dest pê kir.