Xistina parlamenteriya Yuksekdagê ji Serokwezîr pirsî 2017-03-01 12:27:29 ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de pirsname da meclisê û xwest Serokwezîr Binalî Yildirim bibersivîne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag pirsname da meclîsê û xwest Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne. Îrmez, anî ziman ku parlamenteriya Hevseroka Giştî û Parlamentera Wanê Yuksekdag di 21'ê Sibata 2017'an de di rûniştina meclîsê ya serokatiya Seroka Meclîsê Ayşe Nur Bahçekapili, cîgirê Serokwezîr Nurettin Canikli ve hatiye xwendin. Îrmez ev pirs ji Yildirim pirsîn: * Sedema xistina wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag çiye? * Li gel ku cezayê Kemal Aktaş, Sebahat Tuncel, Engin Alan hat xwendin jî wekîltiya wan nehat xistin. Armanca teskereya Yuksekdag a li meclîsê çiye? * Heyeta ku doz li Yuksekdag vekeriye tev piştî darbeya 15'ê Tirmehê hatin girtin. Hûn vê yekê dizanin? * Yên Yuksekdag sucdar kirin niha ji "Endamtiya Rêxistina tetorê ya FETO" tên darizandin. Ev sucê Yuksekdag bê tesîr nake gelo? * Dozgerê îddianame amade kir, ji sucdariya "xebatên terorê" girtî ye. Xistina parlamenteriya Yuksekdag wîcdanê cemaweriyê birin kiriye. Hûn dizanin ku ev zerakê dide aştiyê? * Dozger û dadgerên ku doz vekirin û bûn sedema xistina ji bo we çi îfade dike? * Endamên rêxistina terorê yên di 15'ê Tîrmehê de meclîs bombe kirin hûn wan û Yuksekdag dixin hemam kefeyê? * Xistina parmamenteriya Yuskekdag wekî rewşek şerî derbasî dîrokê dibe. Hûn wekî berpirsiyarê meclîsê hûn vê rewşê çawa dibînin? * Meclîsa ku neheq wekîltiya Yuksekdag xist hûn difikirin ku rojekê vê yekê bipirse û heqê wê ji be bipirse?