Baydemîr: Heke 'Na' derkeve Tirkiye dê vegere muzakereyê 2017-03-01 14:54:00 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê bi gotina "15 sal in îxtidar e, 15 sal in mexdûr e. Hevserokên me, parlamenterên me li girtîgehê ne lê ew mexdûr in" hikûmeta AK Partiyê rexne kir got ku heke "Na" derkeve" Tirkiye mecbûr bimîne vegere ruhê muzakereyê ya 2013'an. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li salona civînê ya HDP'ê bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev û têkîldarî geşedanên rojevê nêrîn parve kir. Baydemîr beriya ku pirsên rojnamegeran bi bersivîne hin nirxandin û got ku di van rojên ku Tirkiye dijî de tu siyasetmedar "baş nînin". Baydemîr pirsa "Gelo welat çima hat vî rewşê? Çi bû jî di pirsgirêka kurd de bi diyalogê fersenda çûyîna encamê têk çû û îro hemû welat vegeriya goga agir" kir wiha berdewam kir: "Sedema windakirina pêvajoya aştiyê çi bû? Kî li kû derê kêmasî kir? Kê tiştên ku divê neke kir an jî kê gotina xwe bi cih neanî? Divê lêgerînekî ji vî rewşê derketinê hebe. Divê sûcdarkirina hev berdin û lêgerîna çareseriyê he.e Ev beriya hemû kesan karê siyasetê ye. Kîn, nifrîn, hêrs deriyê çareseriyê venake berovejî vê dê rê ji kîn û nifrînên cuda re veke. Sedema rewşa welat a îro ma siyaseta ku xwe ji hêrsê rizgar nake nîne?" 'HÊVÎ DIKIM EV BIBE ZIVISTANA DAWÎ' Baydemîr diyar kir ku mecbûr maye bedrevkiya partiyê bigire ser xwe ji ber ku Berdevkê Partiyê yê Berê Ayhan Bîlgen mexdûrê 28'ê Sibatê bû û îro jî wekî mexdûrê desthilatdariyekî din li girtîgehê ye û nirxandina "Ji ber atmosfera siyasî nêzî 2 sal in li vî welatî zivistanekî dijwar tê jiyîn. Hêvî dikim ku ev bibe zivistana dawî, pêşiya me bi aştiyê ve ronî bibe" kir. 'PARLAMENTERIYA YUKSEKDAG HAT XESPKIRIN' Baydemîr bal kişand li ser rewşa parlamenterên girtî jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cihê Birêz Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş girtîgeh nîne. Meclîs e. Îradeya gel ew şandin parlamentoyê. Ew îradeya 6 milyonan û nûnerê 80 milyon kesan in. 28'ê Sibatê çawa parlamenteriya Merve Kavakçi ji destê wê girt îro jî aqilê siyasî yê mexdûrê 28'ê Sibatê parlamenteriya hevseroka me xesp kir. Ev xesp e. Ev ceza dayîn nehiqûqî ye. DMME cezayên bi vî rengî red dike. Divê darizandina hevseroka me bihata rawestandin lê av nayê kirin. Darizandinekî di nava fezlekeyan de nîne. Ceza piştî 5 mehan tînin meclîsê û bi rêbazekî korsanî bêyî bê nîqaşkirin parlamenteriya wê tê xistin. Sedema vî biryarê referandum e. Sedemeke din jî êrîşa li dijî temsîla jinan e." 'HEVSEROKATIYA ME SÎSTEMA MUEWÊNIYÊ NÎNE' Baydemîr got ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî bal kişandiye li ser sîstema hevserokatiya wan û wiha axivî: "Bal kişand li ser sîstema me ya hevserokatiyê. Rast e sîstema me ya hevserokatiyê heye. Di heman demê de temsîlbûna jinan e. Hevserokatiya partiyê pirsgirêka reîsbûnê nîne, pirsgirêka hevserokatiyê ye. Bİla serokwezîr qusurê nenêre ya we sîstema serokatiyê nîne ya we sîstema muewêniyê ye. Kî kaptan e kî muewên bi awayeke zelal tê dîtin. Hevserokati me îfadeya wekheviyê ye lê ya we cuda ye. Dema ku ez hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê bûn li Amedê mînîbusan de sîstema muewêniyê hebû. Digotin bira tu rabe, xwîşkê tu rûne. Wisa dixuye ku bi vî referandumê ve ev sîstema muewêniyê tê rakirin." Baydemîr di sohbetê de ji Demîrtaş re peyamek şand. Hîn xalên nirxandinên Baydemîr wiha ne: 'EM JI ŞÎDETÊ RE DIBÊJIN NA' "Pêdiviya vî welatî bi azadiya Demîrtaşan, Yeksekdagan, Demîrela, Beştaşan, Bîlgenan heye. Azadiya wan ji destên wan girtinê ve vî welatî birina merhaleyeke din negengaz e. Derketina vî tuneye. Ev siwaseta winda bike, winda bike ye. Siyaseta ku hemû kes winda dike ye. Di vî şerê de yêk jiyana xwe ji dest bide winda bike yê din jî dê bibe kujer bi vî rengî winda bike. Ne bila kesek jiyana xwe ji dest bide ne jî bila kes bibe kujer. Daxwaza me ev e. Ji ber vê yekê em ji şîdetê re dibêjin na ji kê tê bila bê em dibêjin 'Na' û em ê bibêjin jî. Dest û milên me girê didin û dibêjin 'ka derkevin rîngê û maç bikin'. Ev zemîna rewabûnê ji holê rakirin e. Çi dibe bila be mexdûrbûnê diafirînin. 28'ê Sibatê mexdûrbûnek e, ji 28'ê Sİbatê heta niha çi qewimî bûn mexdûr. YÊN GIRTÎ WEKÎLÊN ME GIRTÎ LÊ YÊN MEXDÛR EW IN Baydemir li ser rewşa AKP'ê mînakek ji pîra "Neno" da û wiha got: "Li Amedê pîrek hebû. Her dem alîkarî kom dikir. Dema alîkari kom dikir digot 'Ez ji bo xwendekarê xwe yên yêtîm' alîkariyê kom dikim. Ez diçûm dibistana seretayî ‘Neno xwedî yêtîm bû' . Ez çûm lîse dîsa ‘Neno xwedî yêtîm bû' Min zanîngeh xelas kir, min 8 salan parêzerî kir û bûm şaredar hêj 'Neno xwediyê yêtiman e' Piştre derket holê ku Neno bi alîkariyê bûye xwedî serwetek gelek mezin. Lê zarokên wê hêj êtîm in. Îktîdar ji 15 salin li ser karin û 15 salin her tim mexdûr in. Yên girtî parlamenter û hevşaredarên me ne, lê yê mexdûr dîsa îktîdar e." Baydemîr, bal kişand ser seferanduma 16'ê Nîsanê û anî ziman ku ji bo rojên ronî û pêşerojek geş firsendek dîrokî ye û wiha got: "Ev welat dikare ji nava rojên tarî û kabusan rizgar bibe. 16'ê Nisanê firsendek e. Divê wisa bibe ku îktîdar hişyar bibe û bêje "Min li ku şaşî kir?" Em bawer dikin ku dê deriyê 'Na' dê bibe deriyê 'Xêrê'." ‘YEMÛM Û ZIQQIM HEMAN TIŞT E' Baydemir, der barê qeyûman de jî axivî û anî ziman ku qeyûm û ziqqim heman tişt e û wiha got: "Ev darbe ye. Ger ku ev pakêt bê erêkirin dê welat têkeve nava felaketek mezin. Qeyûm dibêje "Jin nikare ajokariyê bike' Jinê di malê de hepis dike. Bîrdariyên Roboskê û bîrdariya Orhan Dogan hildiweşînin. Ji ber ve yekê ha qayûm ha ziqqûm heman tişt e. GEL LÊPIRSÎN DIKE Baydemir, pirsên rojnamegeran ên der barê 'Erê' derkeve an jî 'Na' derkeve dê çi bê guhertin jî bersivand û wiha got: "Li gorî dane û lêkolînên hatine kirin 'Na' bi hêjmarek zêde di pêş de ye. Divê ev rewş baş bê analîzkirin. Gel rewşa Şirnex, Cizîr, Sûr û herêmên hatin xerakirin dipirse. Gel girtina hevserok û hevşaredaran dipirse. Hesap dipirse. Gel pergala ku çiqas demokrasiyê bîne dipirse. Hesabê jiyana demokratîk, wekhev û adîl dipirse." 'NA DERKEVE DÊ ZORÊ BIKE KU MUZAKERE DEST PÊ BIKIN Baydemîr, ani ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Heziranê ji ber vîna gel nehat naskirin welat dîsa ket nava pêvajoya şerekî din û wiha got: "Lê vê carê wisa nabe. Ger ku 'Na' derkeve dê welat bi ser bikeve. Dê her kes bi ser bikeve. Ger ku 'Na' derkeve dê welat dîsa vegera muzakereyên sala 2013'an. Ger ku 'Erê' jî derkeve dê êdî veger tune be. Dê kes nikaribe tiştekî itîraz bike. Keştiya ku 80 milyon mirov têde ye dê noqî avê bibe." DIVÊ HER KES BIÇIN SER SINDOQAN Baydemir têkildari pirsa çûna ser sindoqan jî bersivand û wiha got: “"Divê her kes biçin ser sindoqan. Divê rewş çi dibe bila bibe her kes di nava şert û mercên ahval û şeriatê de biçin ser sindoqê. Em dê di nava hewldana ku her kes biçe ser sindoqan û "Xêr-Na' derkevin de bin. DIVÊ ÊDÎ KURDAN BI KURDAN NEDE KUŞTIN Em wekî HDP'ê hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê wekî birayê xwe dibînin. Em kêfxweş dibin ku Tirkiye bi Herêma Federal a Kurdistanê re têkiliyan xurt bike. Lê divê heman têkiliyê bi Bakur û Rojava re jî dîne. Zêdeyi 20 milyon kurd li Tirkiye dijîn. Em dixwazin heman dostaniyê bi wan re jî dînin. Divê êdî kurdan bi kurdan nedin kuştin. Divê dest ji vê polîtîkaya bira bi bira kuştinê berdin. KES NIKARE NISÊBÎN SÛR Û CIZÎRÊ BIDE JI BÎR KIRIN Divê êdî kes li ser alê û kurdan lîstikê neke. Dema ala Kurdistan hat rakirin divê kes meseleyên cuda neke rojev. Ala Rengin ya hemû kurdan e. Êdî kes nikare kurdan bixapîne. Kes nikare Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi me bide ji bîr kirin. Em ziyareta Barzanî ya Tirkiye wekî ziyaretek asayî dibînin."