Taliya yên zextan li ser HDP'ê dikin û yên DEP girtin dê yek be 2017-03-02 09:30:44 ENQERE - Di ser girtina parlamenterên DEP’ê re 23 sal derbas bûn. Lê polîtîkaya Enqere ya li hemberî siyasetmedarên kurd bi girtina parlamenter û hevşaredaran xwe dubare dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku polîtîkayên 2'ê Adara 1994’an îro xwe dubare dike û dê taliya kesên îro zextan li ser siyasetmedarê kurd dimeşîne û wê demê parlamenter girtin yek be. Di dîroka Tirkiye de darbeya 2'ê Adarda 1994’an a li dijî parlamenterên kurd ên parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) wekî "roja şermê" derbas dibe. Di ser 2'ê Adara 1994'an re 23 sal derbas bû. Lê hêj polîtîkayên Enqere yên li dijî siyaseta kurd nehatine guhertin. Dîroka siyaseta kurd a di 1990’an de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest pê kir û bi Partiya Demokrasiyê DEP’ê berdewam kir îro bi HDP'ê di meclîsê de di rêza yemîn de cihê xwe digire. Siyaseta kurd her dem li Enqereyê rastî astengî û zextan hat. Partiya DEP'ê piştî hilbijartina di meclîsê de cihê xwe cih girt. Lê dewletê di 2'ê Adara 1994'an de wekîlên DEP'ê ji meclîsê derxistin û şandin girtîgehê. Polîsan Orhan Dogan û Hatip Dicle ji meclîsê li pey xwe kişandin û binçav kirin. Di heman rojê de destnedayîna Parlamenteren DEP'ê Orhan Dogan, Hatip Dicle, Leyla Zana, Ahmet Türk, Sirri Sakik û Parlamenterê serbixwe Mahmut Alinak rakirin. Piştî destnedayîna wekilan rakirin 13 roj şûnde Parlamenterên DEP'ê girtin û şandin Girtîgeha Enqereyê. Piştî wê partiyên kurdan hatin girtin. Parlamenterên DEP di 8'ê Kanûna 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê ve bi encam bû. Dadgehê der barê Parlamenterên DEP'ê Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmut Alinak de biryara berdanê berda. Der barê Parlamenterên DEP'ê Hatip Dicle, Leyla Zana, Orhan Dogan û Selim Sadak de jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 10 sal ceza birî. Ji wê rojê heta niha siyasetmedarên kurd ên dixwazin pirsgirêkê bi riya siyaseta demokratîk çareser bikin her dem rastî astengiyan tên, tên binçavkirin û girtin. Îro bi girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Sehehattîn Demîrtaş jî di navde 13 parlamenterên kurd girtî ne. Bi hezaran siyasetmedarên kurd ên endamên HDP û DBP'ê girtî ne. Parlamenterên DEP'ê di sala 2004'an de serbest hatin berdan, lê qedexeya siyasetê li ser wan berdewam kir. Piştî HEP û DEP'ê siyaseta kurdan bi partiyên HADEP, DEHAP û DTP,'ê berdewam kir. Kurdan ji ber ku dest ji siyasetê bernedan û dîsa partî ava kirin vê carê bi benda hilbijartinê destûr neda ku kurd têkevin meclîsê. Kurdan vê carê di hilbijartina 2007'an de bi namzetên serbixwe ketin hilbijartinê û bi 20 parlamenteran kom ava kir. Kurdan di bin baneya Partiya Civaka Demokratîk de li meclîsê dest bi siyasetê kirin. Lê astengiyên li pêş HEP û DEP'ê li dijî DTP'ê jî berdewam kir. DTP, di 2009’an de bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn hat girtin. Li Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî di navde li 37 siyasetmedarên kurd heta 5 salan siyaset qedexe kir. Siyaseta kurdan di 2011'an de bi Bloka Azadî, Demokrasî û Kedê bi riya naszetên serbixwe dîsa ketin hilbijartinê di meclîsê de cih girt. Li gel ku Hatip Dicle û Leyla Zana hatin hilbijartin jî YSK'ê mafê parlamenteriyê ji destê wan girt û destûr nedan bibin parlamenter. Leyla Zana 17 sal şûnde dîsa hat hilbijartin û dîsa parlamenteriya wê hat xistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), pişti hat avakirin di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bend ji sedî 13.1 derbas kir û bi 80 parlaneterî ketin meclîsê. Di pêşengiya kurdan de nasnameyên din jî bi hêzek mezin ketin meclîsê. Lê ji ber ku vê carê AK partî bi serê xwe nebû îktîdar destûr neda koalîsyon jî ava bibe û hilbijartin xera kir. Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê vê carê HDP dîsa bend ji sedî 10.7 derbas kir û ket meclîsê. LI DIJÎ HDP’Ê HEMÛ PARTÎ BÛN YEK Piştî HDP'ê dîsa bend derbas kir vê carê hemû partî AK Partî, MHP û CHP bûn yek û destnedayîna wekîlan rakir. Bi rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê re di 4'ê mijdarê de li dijî parlamenterên HDP'ê darbeya siyasî pêk hat û Hevserokên HDP'ê jî di navde 12 parlamenter hatin girtin. 23 SAL ŞÛNDE DÎROKÊ XWE DUBARE KIR 23 Şûnde dîsa dîsa girtin û binçavkirina li dijî siyaseta kurd derket asta herî jor. Hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di navde niha 13 parhamenter girtî ne. Di 21'ê Sibatê de parlamenteriya Yuksekdag hat xistin. Niha Parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Nursel Aydogan, Selma Irmak, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan, Nihat Akdogan, Çaglar Demirel, Besime Konca, Gulser Yildirim, Meral Danış Beştaş û Ayhan Bilgen hêj girtî ne. YÊN 23 SAL ASTENG KIRIN TÊK ÇÛN ÎRO JÎ YÊN ASTENG DIKIN DÊ TÊK BIÇIN Têkildarî helwesta li dijî siyaseta kurd Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku ev darbeya li dijî hemwelatiya wekhev e û wiha got: Dîrokê çawa 2'ê Adarê mahkum kir û ew roj wekî rojek reş di rûpelên dîrokê de cih girt dê îro jî wisa be. Yên wê rojê pêk hatin darbeya siyasî bû. Yên wê demê destnedayina wan hatin rakirin rabûn yek bi yek parastin kirin. Mafê wan ê parastinê hebû. Lê sala par di meha gulanê de destnedayîna parlamenterênme hatin rakirin mafê parastinê nehat dayîn. Geşedanên ku di sala 94’an de pêk hatin îro yek bi yek bi awayekî dijwartir xwe dubare dike. Lê yên wê demê rê li pêş siyaseta kurd girtin îro tune ne, lê siyaseta kurd îro mezintir bûye û geştir bûye. Yên îro jî rê li pêş siyaseta kurd digirin dê sibê tune bin, lê dê siyaseta kurd hîn mezintir û geştir bibe.