Ji Amedê bang kirin: Em ê di 16'ê Nîsanê de ji AKP'ê re bibêjin 'Oxir be' 2017-03-02 14:12:48 AMED - Di starta kampanyaya HDP'ê ya "Na" bi Stenbol û Îzmîrê ve bi awayeke hemwext tê kirin de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku bihar ji bo gelên tirk û kurd bibe wesîleya azadiyê û wiha got: "Wekî jin em dibêjin heta 16'ê Nîsanê fersend heye em dikarin dawiya feraseta AKP'ê ya yek perest bînin. Em ê di 16'ê Nîsanê de ji AKP'ê re bibêjin oxir be." Hevdîtinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku starta kampanyaya referandumê ya "Na" li Amed, Îzmîr û Stenbolê dide bi coşeke mezin berdewam dike. Li salonan axaftinên ku bi awayekî zindî tê dayîn berdewam dike û tê guhdarkirin. Di hevdîtina Amedê de hevdîtinên li Stenbol û Îzmîrê, gelên Rojava û Ewropayê hat silavkirin. LI SALONÊ DİRÛŞMAN OLAN DA Di bernameyê de axaftinên ku Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û komên Meclîsê kirine wekî sînevîzyon hate temaşekirin. Piştre axaftina parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder a li Îzmîrê kir bi baldarî hat temaşekirin. DEma axaftina Onder de li salonê dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin." Piştî axaftina Onder Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û hevdîtinên li Stenbol û Îzmîrê slav kir. Guven got ku ji rojên dîrokê derbas dibin û wiha axivî: "Îro divê li salonê hevalên me yên girtî li vir bana. Lê ji aliyê dewleta faşîst ve hatin dîlgirtin. Bi fîzîkî ne bi me re bin jî bi ruh bi me re ne." Guven parlamenterên girtî sliav kir û navên wan yek bi yek got û salonê jî bersiva "Li vir e" dan. Hin xalên axaftina Guven wiha ye: 'JI BO GELAN BIHAR DÊ AZADIYÊ BÎNE' "Meha Adarê ji bo gelê kurd meheke girîng e. em 8'ê Adarê û 21'ê Adarê bi hev re pîroz dikin û têkoşîna hevrê Sema Yuce silav dikin. Çawa li dijî zilma Dehaq têkoşîn hat dayîn em ê jî vî têkoşînê bidomînin. Heta niha me wekî Kawa zilm qebûl nekir, em ê ji niha û şunde jî qebûl nekin. An jiyaneke azad an jiyaneke azad. Divê em li dijî zilmê xebatên xwe xurtir bikin. Ev ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bihar dê bibe bihara azadiyê. Kulîlkên nergizê dê bi xwe re azadiyê bînin. Em ji dilê Amed a dilê Kurdistanê ye Îzmîr û Stenbolê silav dikin. Em dixwazin deng bidin gelê xwe. Em mecbûrî polîtîkayên AKP'ê nînin. AKP a ku 15 sal in bûye bela serê gelan em dikarin bişînin ev pêkan e. Tecrubeye me ya 7'ê Hezîranê heye. Em bi nîqaşên benda hilbijartinê re rû bi rû man. Gelan dest dan hev û bend bi serê wan de kir. Em bi hev re bi ser ketin. Di referandumê de şertên 'Na' xurt in. PIRSGIRÊKA KURD ÇEND SEROKWEZÎR Û WEZÎR DERBAS KIR... AKP'ê li hundir û derve bi polîtîkayên xwe ve welat mezin nekir bi feraseta bila biçûk be bila ya min be xwest îxtidara xwe biparêze. Ji ber vê yekê 16'ê Nîsanê girîng e. Dibêjen dê qey bi 16'ê Nîsanê ve bimînin. Di polîtîkaya derve de Tirkiye li cihê ku heq dike nîne. Gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê heye lê pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e. AKP dixwaze civakê mijul bike û bi vî rengî plana têkbirinê xist dewreyê. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî anî ser vî. Pirsgirêka kurd çend serokwezîr û wezîr dît. Yek ji wan jî pirsgirêka kurd çareser nekirin. Pirsgirêka kurd dê jin û ciwan çareser bikin. EM DIKARIN BI FERSENDA 16'Ê NÎSANÊ DAWIYA AKP'Ê BÎNIN Yek ji pirsgirêka girîng a Tirkiyeyê jî pirsgirêka jinê ye. Di dema AKP'ê de cînayetên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû. Heta ku jin çi li xwe bikin zimanê xwe dirêj kirin. Em dibêjin 16'ê Nîsanê fersend e ji dibêjin em dikarin dawiya feraseta yekperest a AKP'ê bînin. Jin di hemû qadên jiyanê de hene dê hebin jî. Em ê di 16'ê Nîsanê de ji AKP'ê de bibêjin oxir be. EM Ê JI OCALAN Ê KU JIN JI NÛ VE AFIRAND BIBÊJIN NA Bi hedan sedemên ku jinên kurd bibêjin "Na" hene. Em ê ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan ê ku jin ji nû v afirand bibêjin "Na". Em ê ji dayika Taybet a li Cizîrê, ji bo bebeka Mîray ji bo Haci Lokman Bîrlîk bibêjin Na".