Rageşiya di navbera Tirkiye û Almanya de zêde dibe 2017-03-03 12:40:12 ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Dade Bekîr Bozdag bertek nîşanî astengiya Almanya ya li pêş xebatên referandumê da. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, bi Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto re, li Konuta Fermî ya Wezareta Karên Derve hatin cem hev. Çavuşoglu piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivand. Çavuşoglu, bertek nîşanî helwesta Almanya ya betalkirina civîna ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag beşdar bibe da û got: "Helwesta Almanya li djî demokrasiyê ye. Helwesta Almanya helwesta welatên rojava a standarta du rû nîşan dide. " Çavuşoglu, anî ziman ku Almanya dixwaze astengiyê ji civîna Serokwezîr Binali Yildirim re jî derxe û wiha got: "Niha bi taybetî şaredariyan civin betal kirin. Ev ne tesaduf e. Ev bûye pêkanina dewleta kur a Alman. Sala par civîna Serokomar Tayyip Erdogan a li Almanya ku tekildarî 15'e Tîrmehê bê kirin jî hat astengkirin. Almanya li dijî civaka tirk zextan pêş dixe. Ev zext me têk nabin. Werîn em bi hevre tev bigerin. 'EM DÊ LI DIJÎ PKK'Ê BI IRAQÊ RE TEV BIGERIN Çavuşoglu, bal şikand ser bûyerên li Şengalê jî û wiha got: "Ew meşrûya li Bakurê Iraqê li dijî rêveberiya herêmî gef e. Li dijî rêveberiyê bikar tîne. Di heman demê de gefa li hemberî Tirkiyeyê ye. Em dê li dijî PKK'ê ligel rêveberiya Iraqê têbikoşin. Ev rêxistin li ku dibe bila bibe em dê bi wê re têbikoşin. TIRKIYE DERSA DEMOKRASIYÊ JI ALMANYA NAGIRE Wezirê Dadê Bekir Bozdag jî anî ziman ku ev biryar şaredariyan derbas dike û biryarek skandal e û wiha got: "Tu dersa demokrasiyê ku Tirkiye ji Almanya bigire tune ye.