Onder: Em di duriyana veguherandina demokratîk de ne 2017-03-03 13:05:10 ÎZMÎR - Parlamentere HDP’e yê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder diyar kir ku ew di duriyana veguherandina demokratîk dene û ji bo bihêz bêjinn “Na” dê serî li hemû şert û mercan bidin. Parlamentere HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ku derbarê xebatên referandumê yên partiya xwe de agahî dan diyar kir ku di pêvajoya ku şer li Tirkiyeyê heye ew ê vê referandumê veguherin firsenda demokratîkbûna Tirkiyeyê. Onder, da zanîn ku çi dibe bila bibe ewê di referandumê de qezenc bikin û îktîdara AK Partiyê ketiye riyek neveger. ‘DIVÊ EM PÊVAJOYÊ BAŞ BINIRXÎNIN’ Onder, anî ziman ku Tirkiye di duriyana veguherandinê de ye û wiha got: “16’ê Nîsanê dîroka duriyana veguherandina demokratîk a Tirkiyeyê ye. Hikûmetê hêza xwe şaş hesab kiriye. AKP’ê hêrs û redkirina di nava gel de baş nexwend. Êdî ket vê riyê û nikare vegere. Em dikarin vê referandumê vegerînin firsendek demokratîk. Dikare bibe wesileya aştî û azadiyê. Ji bo vê divê di referandumê de ‘Na’ bihêz derkeve. Ev şert û merc hene û divê em jî pêvajoyê baş binirxînin.” ‘KAOS HER DEM BANDORA DIXWAZÎ NADE’ Onder, kaosa hilbijaetinên 1’ê Mijdarê ku piştî 7’ê Hezîranê ji aliyê îktîdarê ve gav bi gav hatin hesebkirin bi bîrxist û wiha pêde çû: “Dibe ku hikûmet di referandumê de jî heman rêbazê bikar bîne lê carna ev rêbaz li gorî tê xwestin bandorê nake. Êdî polîtîkaya îktîdarê ya kaosê teşhir bûye, niha çi bikin jî dê zirarê bidin xwe. Êdî axa di bin lingên wan de dişemite.” ‘DI 16’Ê NÎSANÊ DE DÊ NA DERBIKEVE’ Onder, da xuyakirin ku dê di 16’ê Nîsanê de Na derbikeve û wiha domand: “Divê her kes ji vê bawer bike. Ev mekanîka darbeye li ser pergala ku Birêz Ocalan gotî dimeşe. Hewldan darbeye çêbû lê piştî wê AKP’ê li darbeya xwe mêze kir. Ji ber wê ‘Na’ bi hêz dê bibe redkirina van polîtîka û pêkanînan. Dê şer û guherana wê di nava gel de bê mehkûmkirin.” ‘NA BIHÊZ BE EM Ê BIKARIN VEGERIN DOLMABAHÇEYÊ’ Onder, destnîşan kir ku AK Partî wekî şîrketekê tê birêvebirin û wiha axivî: “Ew bi xwe jî vê dibêjin. Dixwzin welat jî wiha birêve bibin. 28’ê Sibatê salvegera mutabakeya Dolmabahçeyê bû, rojê ku em têde derbas dibin koordînatên qanûna bingehîn ên demokratîk li wir hebûn. Dema Na bi hêz derket em ê vegerin Dolmabahçeyê.”