Bahçelî ji Erdogan xwest bi hevre biçin Ewropa 2017-03-06 13:04:27 ENQERE - Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî piştgirî da gotinên Serokomar Tayyip Erdogan ên der barê Almanyayê de û got: "Wekî Serokê MHP'ê ez jî dê bi wîre bêm Ewropayê." Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî di qanalek tv de geşedanên di rojevê de nirxand. Bahçelî, piştgirî da gotinen Serokomar Tayyip Erdogan ên der barê Almanyayê de û got: "Serokomarê Tirkiye Brêz Serokomar a der barê çûna welaten Ewropa ku 4 milyon tirk lê dijîn ez jî li geml wî me. Ez bixwazim ez dê bêm. Ger ku me nexin derî jî Em dê cîhanê rakin ser piyan. Serokomar Erdogan di çûna Ewropa de ne bi tenê ye. Wekî Serkê MHP'ê ez jî dê li gel wî bêm Ewropa. Ewropa perçeyekî girîng ê cîhana tirk e. Serokomar ê ji bo avakirina ruhê tirk a li Ewropa ez bi wî re me."